DHKP-C çalakiya li Enqereyê girt ser xwe

DHKP-C çalakiya li Enqereyê girt ser xwe

DHKP-C derbarê êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan ya li Dîkmenê daxuyaniyek da û çalakî girte ser xwe. Hate diyarkirin ku, çalakî ji bo bîranîna kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane pêkhatiye û hate gotin ku, ji çalakvanan Karataş jî di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.

DHKP-C çalakiya şeva din biroketan li djî Midûriyeta Giştî ya Polîsan û avahiya li rex pêkhat, girte ser xwe. DHKP-C têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Li gel Midûriyeta Giştî ya Polîsan û avahiya li rex ve ji sê noqteyan ve ji aliyê şervanên me ve hatiye gulebaran kirin” û hate diyarkirin ku, ev çalakî ji bo bîranîna kesên di çalakiya berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane û seqet bûne pêk anî ne.

DHKP-C di daxuyaniya dayî de wiha got: “Ev çalakî ji bo hesab pirsîna Mehmet Ayvalitaş, Abdullah Comert, Ethem Sarisuluk, Irfan Tuna, Elî Îsmaîl Korkmaz, Ehmed Atakan û 12 mirovên me ên bisekvaniyê mejiyê wan hate teqandin, çavê wan hate derxistin û Berkîn Elvan ê 14 salî ku 95 roje di komayê de ye, hatiye kirin.”
DHKP-C destnîşan kir ku, ji çalakvanan Muharem Karatş di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, hikumeta AKP’ê, polîs û leşker zilmê li gel dikin, hate diyarkirin ku ger ev pêkanîn berdewam bikin, dê ev derdor bibin hedef.