Derhêner Haşim Aydemîr diyar kir, ku Kurd niha di gelek qadên weke wêje, siyaset û hunerê de ketine serdemeke çalak û berhemdar û wiha got: "Ev pêşketin di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de pêk hat. Kurd êdî dest bi rola pêşengiyê dikin. Hem ji aliyê çîrok û hem jî ji aliyê pîvana nivîsandina çîrokan ve nirxek sînemayê heye. Lê bi hezaran çîrokên Kurdan ên nehatine ziman hene. Ev ê hêdî hêdî wê bibin mijara sînemayê."
Derhênerê Kurd Haşim Aydemîr têkîldarî girêdana xwe ya bi sînamayê re, fîlmên ku kişandiye û projeyên xwe yên nû ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Aydemîr anî ziman ku ji zaroktiya xwe ve bi meraq û kelecan fîlmên ku li salonên havînê yên Edeneyê hatin weşandin dişopand û got, "Dema ku em diçûn salonên sînemayê, min wek cihekî efsûnî lê dinêrî. Ew atmosfera ku di wêneyê de ji ronahiyê derdiket û li ser ekranê xuya dibû di min de hezkirineke xurt a sînemayê çêkir. Piştî salan min fêm kir ku fîlmên Yilmaz Guney in. Fîlmên Rê, Kerî, Dîwar û yên din... Bi rastî salên nodî serdemek bû ku ne tenê fîlm û dinyaya Yilmaz Guney, navê wî jî qedexe bû. Yilmaz Guney bi huner û sînemaya xwe xizmetê ji nasname û fikra xwe ya li hember dinyayê dikir.
Min li Zanîngeha Stenbolê beşa rojnamegeriyê dixwend. Dersa min a hilbijartî sînema bû. Klûba Sînemayê ya Navenda Çanda Xwendekaran hebû. Nîqaşên sînemayê û temaşekirina fîlman hebûn. Dema ku min li zanîngehê sînema dixwend, min li klûbê jî xwendina sînemayê kir. Piştî demekê min bi tevahî li ser sînemayê sekinî. Min çîrok xwendin û senaryo nivîsandin. Piraniya lêkolîn û nirxandinên min li ser sînemayê bûn. Min di salên xwe yên dibistanê de kurtefîlm çêkirin. Tecrûbeyên ku min li dibistan û setan wergirt, ji bo bikeve xizmeta gelê me ez kûr fikirîm.”
TEVGERA AZAD NÊRÎNEK NÛ LI HEMBER SÎNEMAYÊ PÊŞ XIST
Aydemîr daxuyand ku weke kurd wan gelek dereng dest bi sînemayê kirine û wiha dom kir, “Fîlmên ku bi giranî di salên 90’î de hatine kişandin hene. Em dikarin berhemên girîng bibînin. Ji bo avakirina binesaziya sînemaya kurdî kedeke mezin a Yilmaz Guney heye. Xala herî girîng ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê, li çiyê fîlm hatin kişandin û min jî li wan temaşe kir. Li çiyê Halîl Dag û hevalên wî cîhanek a sînemayê afirandine. Halîl Dag îspat kir ku sînema dikare di qadên azad de pêş bikeve û encamên vê jî li holê ne. Hewl da ku bi kêmasî û têrbûna xwe zimanekî sînema û hunerê biafirîne. Sînemaya Halîl Dag li ser min xwedî bandor û roleke girîng e. Yilmaz Guney di sînemaya xwe de yekem car berê kamerayê da nasnameya gelê Kurd. Guney wiha got: “Ez wek Kurdekî dikarim fîlmek çêbikim.” Halîl Dag jî şerê azadiyê afirand. Bi vê têkoşîna azadiyê sînemayeke pêşeng ava kir. Di nav kurdan de bi hezaran fîlmçêker hene. Li çar parçeyên Kurdistanê jî beşeke ku nêzî sînemaya hêzên serdest e û çîrokbêj û sînemagerên pasîf dimînin jî hene. Lê belê bi enerjiya ku tevgera azadiyê afirand, Kurd di sînemayê de ji pasîfbûnê zêdetir aktîf bûn.”
SÎNEMA BERXWEDANÊ TÊ AVAKIRIN
Derhêner Haşim Aydemîr got ku wan rêzefîlma Ax û Jiyan, Malîno, Ref li Amedê kişandine û wiha dewam kir, “Di sala 2012'an de me belgefîlma "Dema Evîn Dikeve Dil" li ser girtiyên di rojiya mirinê de ne kişand. Me berxwedana 14’ê Tîrmehê ku yek ji berxwedanên herî girîng ên Tevgera Azadiya Kurd e, veguherand fîlm. Me derfet dît ku em êşkence, pêkanînên dijmirovahî û berxwedana mezin a tevgera azadiya Kurd li zîndana Amedê bikişînim. Di dîroka gelê Kurd de fîlmekî girîng bû. Di sînemayê de serdema min a herî girîng temsîl dike. Pêvajoya rêwîtiya min a sînemayê bû ku gihîşt qonaxekê. Fîlma “14’ê Tîrmehê” di nasnameya min a sînemayê de roleke diyarker lîst. Ez wisa difikirim ku min bi huner û sînemayê tevkariya têkoşîna azadiya gelê xwe kiriye. Ez dikarim bibêjim ku ew fîlmek e ku, min afirand.
Ev fîlm bi dînamîkên xwe, sînemager û hunermendên xwe di danasîna berxwedana Tevgera Azadiyê de roleke girîng dilîze. Gelê Kurd fîlma 14’ê Tîrmehê hembêz kir. Me bi gel re li sînemayan temaşe kir.”
BI HEZARAN ÇÎROKÊN NE HATINE VEGOTIN HENE
Aydemîr destnîşan kir ku Kurd di gelek warên wek wêje, siyaset û hunerê de ketine serdemek çalak û berhemdar û axaftina xwe wiha domand, “Ev pêşketin di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de pêş ket. Li qadeke azad a mîna Şoreşa Rojava, sînemageran dest bi çêkirina fîlm û belgefîlman kirin. Kurd êdî dest bi rola pêşengiyê dikin. Ji ber ku sînemaya cîhanê niha di asta fetisandinê de ye. Hem ji aliyê çîrok û hem jî ji aliyê pîvana nivîsandina çîrokan ve nirxek sînemayê heye. Lê bi hezaran çîrokên kurdan yê nehatine vegotin hene. Ev ê gav bi gav bibin fîlm. Yilmaz Guney ku di vî warî de gava ewil avêt, anî qonaxekê. Wê demê Halîl Dag li qadên azadiyê ev yek kir. Piştre bi dehan hunermendên me li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê fîlm çêkirin. Bi baweriya min bi van nirxan me sînemaya kurdî gihandiye astekê.”
Haşim Aydemîr anî ziman ku fîlma Bogurtlen Zamani di sînemaya kurdî de jî xwedî cihekî girîng e û got, “Murad Turk ê girtî çîrokeke rastî hatî jîn nivîsiye. Jiyana xwe ya gerîlayekî Tevgera Azadiya Kurd veguherand romanê. Dema ku me bi hevalan re xwend, me biryar da ku em vê pirtûkê veguherînin fîlmê. Me dîmenê lêgerîna 45 rojan a gerîlayek li hevalên xwe kişand. Senaryoyê wê Erol Balcî nivîsiye.
Fîlmên gerîla yên Halîl Dag kişandibûn hebûn. Me li wan temaşe kiribû. Vana bandor li me kir. Di şert û mercên zehmet de li qadên azad afirandina nirxên wiha ji me re heyecanek mezin afirand. Me ji xwe dipirsî ka çima em nikarin bi awayekî profesyonel fîlmekî gerîla çêkin. Me biryar da ku li herêma xwe cara yekem filmekî gerîla çêkin. Hunermendek nikare ji civaka xwe û şert û mercên ku tê de dijî, serbixwe be. Salên 90’î serdemeke ku ez jî tê de bûm. Serpêhatiyên min ji serpêhatiyên wê civakê ne serbixwe bûn. Gundê min jî hat şewitandin, birayê min gerîla bû. Ger em nikaribin sînemaya xwe û gelê xwe rave bikin, dê tu kes nikaribe rastiya me rave bike. Ji ber vê yekê min wek hunermend û fîlmçêker biryar da ku ez rastiyên gelê xwe ji bo sînemayê bi cih bikim.”
ÇÎROKA KURDAN LI HER ÇAR PERÇE WEK HEV E
Aydemîr di berdewamiyê de ev tişt anî ziman, “Em difikirîn ka em dikarin bûyera Çewlikê, gundên hatine şewitandin û çiya li Pencewînê bibînin. Lê em rastî rastiyeke balkêş hatin. Me dît ku gelek gundên Silêmaniyê ji aliyê Seddam ve hatin şewitandin û wêrankirin. Di rastiyê de me dît ku Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bûyerên bi vî rengî jiyan e. Em dibînin ku kurd her tim ji aliyê dagirkeran ve tên tinekirin, nasnameya wan tê înkarkirin, rastiya wan tê tunekirin, ev hemû bi zext û çewisandinê pêk tên. Di vê xalê de bayê azadiyê yê ku Tevgera Azadiya Kurd afirandiye, bi hunerê re rû bi rû maye. Me ev enerjî bi sînemayê re anî cem hev. Lîstikvanên fîlmê ji hin hunermendên Silêmaniyê, hin hunermendên ji Bakur û bi giranî ji lîstîkvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk dihat. Me jî bi ekîba ku me ji neteweyên cuda yên weke Azerî, Ereb û Farisan ava kiribû, dest bi kêşanê kir. Ew jî li ser nêrîna me ya jiyanê bû. Em tevgereke mirovî ne. Lewma sînemaya me jî sînemaya mirovahiyê ye. Me bi sînemayê tevkariya pêvajoya afirandina azadiya xwe dikir.
Me di Tebaxa 2017’an de dest bi kişandina fîlma Bogutlen Zamani kir û di mehek û nîvekê de temam kir. Mijara fîlmê ji serpêhatiyên min û lîstikvanan ne zêde serbixwe bû. Gundiyên ku li cihê ku fîlm lê hatiye kişandin dijîn jî rastî zilm û zordariya Saddam hatibûn. Hestên me hemûyan yek bû. Ji xebatkarê sehneyê bigire heta alîkarê kameraman her kes bi taybetiya xwe li ser vê fîlmê xebitî. Ji ber vê yekê ev fîlm bi awayekî kolektîf hatiye kişandin.”
LI SÛRÊ FÎLMA DEVRAN DÊ RÛYÊ GEL BIKENÎN E
Haşim Aydemîr di dawiyê de diyar kir ku piştî Bogurtlen Zamani, wî di sala 2019’an de wek Devran fîlma xwe ya sêyemîn li Sûrê kişandiye û wiha got, “Em panoramaya Amedê bi sê karakterên bi navê Doto, Titî û Şaşo ku di salên 90'î de bi çanda Qirixê mezin bûne, xêz dikin. Bi rastî jî me hewl da ku bi rêya sê hevalan bi hemû amûrên teknîkî yên sînemayê, serpêhatiyên gelê Amedê bi awayekî belgefîlm pêşkêş bikin. Sırrı Sureyya Onder û gelek lîstikvanên hêja beşdarî fîlmê bûn. Wê di payîzê de ji gelê me re bê pêşandan. Me hewl da ku cîhana dramatîk a ku Kurd tê de dijîn hinekî bi henekî rave bikin. Ji bo kenê bidin gelê me. Li pişt me gelê me yê bi hêz heye. Li Amedê jî gel em hembêz kirin. Hunermendek heta ku ji gelê xwe qut nebe wê serkeftî be Yekane xema me ew e ku em bi her awayî xwe bigihînin gelê xwe li ku derê lê bin. Em carna di şanoyan, carna di festîvalan, carna di televizyonan û carna jî di medyaya civakî de hewl didin fîlmên xwe bigihînin gelê xwe.
Gelê me hem Yilmaz Guney hem jî Halîl Dag hembêz kir. Em bawer dikin ku ew ê sînemagerên ku ji gel dûr nakevin hembêz bike. Ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve dîrokek 40 salî heye. Ji tiştên ku di vê dîrokê de qewimîne bi hezaran fîlm dikarin werin çêkirin. Destan û çîrokên kurdî divê bibin fîlm. Di sedsala 19’emîn de serhildanên Kurdan hene, serhildana Şêx Seîd, serhildana Seyîd Riza, serhildanên Agiriyê û zêdetirî bîst serhildan hene. Kurdan tu carî serî li ber mîtîngeriyê netewand, her tim serî hilda. Weke hunermend divê em bi hunera xwe serî hildin. Em ê bi gelê xwe re van çîrokên serhildanê bikin fîlm. Em ê hem çîrokên rojane û hem jî yên dîrokî li sînemayê biguherînin. Em ê bi gramera sînemayê xwe bigihînin gelê xwe.
Fîlmçêkerên ciwan hene. Sînema ne cihê tirsê ye. Fîlmçêkerên ku dê li dû me bên dê kêmasiyên me bibînin û fîlm û berhemên xurtir derxin. Tenê bila bi karê ku dikin bawer bikin. Li pişt me tevgereke mezin a azadiyê heye û ev tevger xwedî enerjî ye. Kurdê nû hewl dide li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn modelekê biafirîne. Tevgera ku em weke tevgera mirovahiyê pênase dikin, sînemaya xwe jî afirandiye. Bi baweriya min dê di pêşerojê de bi dehan fîlmên me hebin.”