Der heqê Nazî yê 93 salî de piştî 70 salan doz hat vekirin
Der heqê Nazî yê 93 salî de piştî 70 salan doz hat vekirin
Der heqê Nazî yê 93 salî de piştî 70 salan doz hat vekirin
Der heqê Naziyên berê yên di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de di bûyerên qirkirinê de cih girtin de, 70 sal di ser re derbas bûbe jî doz tên vekirin. Der heqê endamekî Waffen-SS ê 93 salî de, ku baskekî leşkerî yê Naziyên berê ye, Dozgeriya Hannoverê doz vekir.
Endamê berê yê Nazî, ku bi alîkarîdayîna paqijkirina şopên cînayeta bi sed hezaran mirovên li Kampa Komkirinê ya Auschwitz-Birkenau tê sûcdarkirin û tê destnîşankirin ku bi vê yekê re hewl daye ser qirkirinê binixumîne.
Li gorî gilînameyê, endamê berê yê Nazî, valîzên kesên dianîn kampê, li ber deriyê kampê ji wan distend û bi vî rengî pêşî lê digirt ku yên piştre bên der heqê van kesan de nebin xwedî agahî. Endamê berê yê Nazî bi vê wezîfeya xwe re tê sûcdarkirin ku alîkarî daye qetilkirina bi sed hezaran kesî.
Dozgerî di gilînameya xwe de destnîşan dike ku ev kesê bi dilxwazî tevlî nava Naziyan bûye, haya wî ji komkujî û îşkenceya li Yahûdiyên li kampên komkirinê hebû.
Di gilînameyê de her wiha tê ragihandin ku ev endamê Nazî yê ji eyaleta Niedersachenê, eşyayên giranbuha yên girtiyan şandiye navendeke aboriyê ya li paytext Berlînê û bi vî rengî tevkarî li aboriya Elmanyaya Nazî kiriye.
Tê gotin ku endamê Nazî yê 93 salî, bi taybetî di sala 1944'an de alîkarî daye komkujiya Yahûdiyên li Macarîstanê.
Der heqê Naziyê berê de Dozgeriya Frankfurt am Main doz vekiribû, lê belê di sala 1985'an de bi hinceta kêmaniya delîlan biryar hatibû dayîn ku neyê darizandin. Biryara li ser Naziyê berê wê ji aliyê dadgeha eyaletê ya li Luneburgê ve bê dayîn.
Di Duyemîn Şerê Cîhanê de ku 6 mîlyon Yahûdî, Roman û mirovên ji gelên din hatin qetilkirin de, piştî ku zelal bû winda dike Elmanyayê di sala 1944'an de giranî da kampên komkirinê. Di navbera 16'ê Gulan û 11'ê Tîrmeha 1944'an de, ji Macarîstanê piraniya wan Yahûdî nêzî 425 hezar li kampa Auschwitz-Birkenau ya ku niha di nava sînorên Polonyayê de ye, kom kirin. Tê texmînkirin ku ji yên anîne kampê 300 hezar kes di odeyên gazê de hatine qetilkirin.