Dengbêj dîrokek zindî ye
"Divê her ciwanek li çanda xwe bi taybetî jî li dengbêjiyê xwedî derkeve. Ji ber ku em wekî civaka Kurd tenê dikarin bi xwedîderketina li dîroka xwe û çanda xwe re ji nava lepên qirkirina çandî xilas bibin."
"Divê her ciwanek li çanda xwe bi taybetî jî li dengbêjiyê xwedî derkeve. Ji ber ku em wekî civaka Kurd tenê dikarin bi xwedîderketina li dîroka xwe û çanda xwe re ji nava lepên qirkirina çandî xilas bibin."
Dengbêjî ji kevneşopiyeke hunera xwendina kilamên gel ên Kurdî re tê gotin. Di herikîna dîrokê de Kurd her tim neçar mane çanda xwe bi "deng" an jî "gotinan" dewam bikin. Kurd her tim li welatê xwe, ji aliyê hêzên dagirker ve an bi komkujiyan an jî koçberiyê re rû bi rû hatine hiştin. Ji ber vê yekê "nivîs" û "pirtûk" li nava Kurdan gelekî kêm hebûye û heta roja me ya îro jî li gelek deveran Kurd li quntarên çiyayên asê de jiyane, nivîs û xwendinê nizanin. Dengbêjên Kurd li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de bi ser ketine û beşeke girîng a muzîk û çanda Kurdî gihandine roja me ya îro. Kilamên dengbêjiyê - hê jî wek dîrokek zindî ye- ku ji aliyê guhdarvanan ve tê ecibandin, ji hunermendên ciwan re dibin çavkanî û îlhameke girîng.
Weke ku tê zanîn bi derketina PKK’ê re di nava çand û hunera Kurdî de rêxistinbûyînek derket holê. Ango ji nava lepên qirkirina çandî hat derxistin û ji gelek aliyan ve pêşketinên mezin çêbûn. Dengbêjî jî ji bo gerîlayên PKK’ê xebateke girîng e û di her warî de li ser xebat tê meşandin. Çanda dengbêjiyê li çiyayên Kurdistanê jî ji aliyê gerîlayên azadiyê ve tê dewamkirin.
Gerîlayê PKK’ê Kemal Rojhilat ê di sala 1980'an de li gundê Şirîn ê navçeya Mako yê bajarê Rojhilatê Kuristanê Ûrmiyeyê hat dinê, di sala 1999’an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî re radestî dewleta Tirk hat kirin, tevlî nava refên gerîla bû. Kemal Rojhilat di nava malbateke hunermed de mezin dibe. Di nava malbata Kemal de çandeke kûr a dengbêjiyê heye. Kemal di emrê biçûk de dest bi dengbêjiyê dike, di heman de bilûrê jî fêr dibe. Gerîla Kemal li nava civatan û ji dengbêjan, zêdeyî 360 kilaman ji ber dike.
Der barê malbata xwe û destpêkirina dengbêjiya xwe de Kemal Rojhilat wiha axivî: "Çanda dengbêjiyê di nava malbata min de li pêş bû. Dayika min dengbêj bû, birayê min dengbêj bû. Di nava malbatê de çandeke bi vî rengî hebû. Di nava malbatê de yekî ku nû dest bi gotina kilamên dengbêjiyê kiribûya, yê din hemûyan dev ji gotina kilamên dengbêjî berdidan û kilamên xwe hemu dewrê yê ku nû destpê kiriyê dikirin. Di nava malbatê de ti carî du kesan bi hev re dengbêjî nedikir. Bi vî awayî min 360 kilaman bêtir ji ber kir. Ji van kilaman hinek du rojan dewam dikin. Ji xwe mirov ji van re nikare bêje kilam, ji ber ku bûyereke di dîrokê de qewimiye bi rêbaza hunerî tê vedibêje. Ango bûyer weke destan tê gotin."
DENGBÊJ DI HEMAN DEMÊ DE NÛÇEGIHAN BÛYE
Gerîla Kemal li ser erk û karê ku dengbêj divê bide meşandin de dibêje, "Mirov dikare gelek di milan de dengbêjiyê bigire dest. Dengbêjî ne tenê di warê hunerî de kilam gotine. Ji bo gele Kurd gelek menê dengbêjîyê hene. Di nava saziya Dengbêjiyê de hunermendî, wêjevantî, dîroknasî û nûçegihanî hene. Mirov lê mezê dike mirovên dengbêj gelek erk bi hevdu re kirine." Rojhilat dibêje ku dengbêj çavkaniya civakê bûye û wiha dewam dike: "Dema mirovên roja îro li kilamên kevin guhdarî dike dibîne ku yan li cihekî şer qewimiye, yane vîneke bi nav û deng hatiye jiyîn, an kesayetekî cengawer li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe daye, yan jî xweşikbûna xwezayê te vegotin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje dengbêjî dema ku cîhan di warê teknolojî de ne ewqas pêşketî bû rola nûçegihaniyê dilîst. Ji ber ku dengbêj cih û warê wî yê sekini nîne. Tim li ser rêya ango li vî bajarî diçe wî bajarî, li wî gundî diçe wî gundî kilamên ku çêkiriye an jî kilamên kevin bi civakê re parve dike."
Gerîla Rojhilat herî dawî bang li ciwanan kir û got, "Divê her ciwanek li çanda xwe bi teybetî jî dengbêjiyê xwedî derkeve. Ji ber ku em wekî civaka Kurd tenê dikarin bi xwedîderketina li dîroka xwe û çanda xwe re ji nava lepên qirkirina çandî xilas bibin. Em di demeke pir girîng re derbas dibin. Ji her alî ve metirsî li ser civaka Kurd heye. Divê her ciwanek di vê demê de di nava hewldan û têkoşînê de be. Şert û mercên demê vê ji me dixwaze, divê em xwedî lê xwe derkevin."