Demê leşkeriyê bû 12 mehe
Demê leşkeriyê bû 12 mehe
Demê leşkeriyê bû 12 mehe
Demê leşkeriya Tirkiyê bû 12 mehe. Îro piştî Civîna Lijneya Wezîran Cigirê Serokwezîr Bulend Arinç di derbarê demê leşleriyê de got wê ji 1’ê Cilê 2014 û pêve leşkerî ji15 mehan dakeve 12 mehan.
Civîna Lijneya Wezîran bidawî bû. Civîna Lijneya Wezîran ya dibim Serokatiya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de di hat pêkanîn bi dawî bû. Piştî civînê berdevkê hikûmetê Bulend Arinç da diyar kirim ku li derbarê demê leşkeriyê de hevdîtin hatine kirin.
Arınç got: “Li gorî qanûna leşkerî ya hêjmara 1111’an ya Fermandiya Giştî jandarmeyan û Fermandariya Ewlehiyê ya Bejahiyê ya hêzêm deryayî, bejahî û hewayî wê ji 1’ê Cilê sala 2014’an de leşkerî wê ji bo leşker û serleşkeran ji 15 heyvan dakeve 12 heyvan.”
Arinç da diyar kirin ku li gorî me nîqaşkirî wê ne di Adarê yan jî Sibatê de dê 1’ê Cilê 2014’an de bikeve miryetê û di Lijneya Wezîran de hatiye îmza kirin.