Dema serlêdanên ji bo pêşbirka Huseyîn Çelebî hate dirêjkirin

Serlêdanên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî heta 9’ê Îlonê hatin dirêjkirin.

Komîteya Amadekar a Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ragihand ku dema beşdarbûna pêşbirkê hate dirêjkirin. Bi vê yekê re beşdar dê bikaribin heta 9’ê Îlonê helbest û çîrokên xwe bişînin.

Beşdar wê herî dereng heta 9’ê Îlona 2023’yan CV’ya ku çîroka xebatê vedibêje bişînin navnîşana diyarkirî an jî mailê. 

Şert û mercên beşdarbûna çalakiyê wiha hatin ragihandin:

“Zimanên tevlîbûnê  Kurdî (Kurmancî, Dumilî û Soranî), Elmanî û Tirkî ne.

Berhemên ku werin pêşkêşkirin, divê beriya pêşbirkê li ti deverê nehatibin pêşkêşkirin.

Beşdar herî zêde dikarin bi du helbest û çîrokekê beşdar bibin.

Beşdar divê nivîsekê derbarê çîroka berhemên xwe binivîsinin û herî dereng heta 9’ê Îlona 2023’yan bişînin navnîşan û mailên hatine dayîne.

Di heman demê de di sala 30’emîn a pêşbirka wêjeyê de, wê cih bê dayîna pêşbirkvanên ku bi berhemên wêneyan re eleqeder dibin jî, her pêşbirkvanek dikare wêneyên ku xêz kirine, nîşan bidin.”

Agahiyên navnîşanê:
mailto:[email protected]
Postfach 10 15 32
52015 Aachen