Dê 853 milyon lîre bikeve qasa AKP, CHP û MHP'ê

Dê 853 milyon lîre bikeve qasa AKP, CHP û MHP'ê

Piştî ku AKP’ê di “pakêta demokrasiyê” de xîzîneya alîkariyê eşkere kir, yên ku ji sedî 7 wêde  deng anîn AKP, CHP û MHP dewlimend bûn. Her sê partî di nava 2 salên bê de ji ber hilbijartinan wê 852 milyon lîre bi keve qasa wan de.

Li gorî sererast kirinê ji bo alîkariyê bi şertê  ji sedê 7 deng anîbe wê alîkarî bigrîn, yên ku ji sedî 3 deng anîbin wê sud ji sererast kirinê ne girin, heya du hilbijartinên li pêşiya me.

Li gorî zagonê partiyên siyasî yên ku dengê wan ji sedî 7 wê de alîkariyê ji xezîneyê werdigrin. Partî di hilbijatinên herêmî de di sala hilbijartinê de du qat pere digrin û di sala hilbijartinên giştî de 3 qat alîkarî dirin.

Di çarcoveya vê pêkanînê de partî wê di sala 2013’an de 145 milyon lîre ji xizîneyê bigrin.

Ji ber sedemên hilbijarinên 2014’an mîktara wê dê bibe 322 milyon û nîv lîre. AKP 171 milyon, CHP 94 milyon û nîv û  MHP jî 47 milyon lîra  ji ber hilbijartinên herêmî distînin.

Alîkariya sala 2015’an ya hilbijatinên giştî  jî wê 531 milyon lîra be. Her sê partî bigiştî di nava du salan de 853 milyon lîra alîkartî ji xîzîneyê distîne.