Dayîkên Şemiyê li Galatasarayê edalet xwestin

Dayîkên Şemiyê li Galatasarayê edalet xwestin

Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 443'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayîkan diyar kirin ku, heta ew hestiyên windayan bibînin û radestî heskiriyên wan bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin û ji bo windayan daxwaza edaletê dikin, di hefteya 443'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîkan dîsa di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekir û wêneyên windayan himbêz kirin.
Dayîkên Aştiyê û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û gelek kesên din amade bûn. Birayê Hesen Ocak ê di sala 1995'an de hat windakirin Elî Ocak axivî û diyar kir ku, rayedaran her tim ew xapandin û derew li wan kirin û wiha got: "Em li Riha, Qers, Erzirom û gelek deverên din li Hesen geriyan. Dewletê her tim got, em dê bibînin, Lê hêj nedîtine. Dayîka Murat Yildiz ê di sala 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz jî bilêv kirk u, ew dixwazin tiştên xweş bînin ziman, lê dewlet aramî û dilxweşiyê ji wan re gelek dibîne û destûrê nade vê yekê. Yildiz da zanîn ku, dewlet her tim wan dixapîne û derewan li wan dike.

Piştre xwişka Cemîl Kirbayir ê di sala 1980'an de hat windakirin Fatma Kirbayir jî destnişan kir ku, 32 salin li benda hestiyê birayê xwe ne û wiha got: "Dayîka min gotibû beyî ku hestiyê kurê min neyê dîtin min defin nekin. Lê bêyî ku em wesiheta Dayîka xwe pêk bînin me Dayîka xwe defin kir. Em bang li dozgerê Komarê yê Qersê dikin û dibêjin Dosyaya birayê min di destê we de ye. Em dibêjin êdî bes e û destê xwe dînin ser wijdanên xwe.

Xwişka Hayrettin Eren ê di sala 1980'ê de hat windakirin Îkbal Eren jî diyarkir ku, 443 hefte li pey windayan û hestiyên xizmên xwe digerin gelek caran rastî zextan hatin.

Eren da zanîn ku, ji ber daxwazên Dayîkên Aştiyê layiqî Xelatên Aştiyê yên Hrant Dînk hatin. Em 443 heftene qêrîn û awaza xwe bilind dikin. Lê Serokwezîr Erdogan dengê me nabihîze. Herî dawî birayê Huseyin Taşkaya yê di sala 1995'an de hat windakirin Faik Taşkaya jî axivî û bal kişand ser hestiyên li Sêweregê 20 roj berê hat dîtin.

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî bilêv kir ku, kesên li vî welatî azadiyê dixwaze dewlet êşê ji bo wan rewa dibîne.
Piştre li ser navê Dayîkên Aştiyê Zin Demir daxuyanî da û anî ziman ku, heta ew hestiyên zarok û xizmên xwe bibînin dê tekoşîna xwe berdewam bikin û dê hestiyên xizmên xwe bigehînin heskiriyên wan.

Dayîkan piştî axaftinan dawî li çalakiya xwe anîn.