Dayika Fatma: Helbest nasname û eynika civakê ye

Fatma Taşli ya 53 salî hê zarok bûye dest bi xwendina helbestan dike. Qet helbest nenivîsiye, piştî kurê wê yê gerîla dibê 'Dayê tu hêj helbestan dixwînî?' bersiva erê didê û li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan dike.

Dayika Fatma Taşli (53) ji zarokatiya xwe ve helbestan dixwîne û zêdetîr 5 salan e jî helbestan dinivîse. Taşli dibistan nexwediye û bi keda xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê û bi taybetî jî jin di beşên stran, helbest, şano, sinema, siyaset, felsefe û wêjeyê de ji bo ku pêş nekevin ji aliyê pergalê ve tên pelçiqandin. Dema ku mirov guh dide dayika Fatma Taşli dibîne ku jiyana wê tevahî bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye. Taşli di sala 1967’an de li navçeya Rezana Amedê hatiye dinê û ji ber bavê wê leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir ji Rezanê neçarî koçî herêmên cuda bûn. Taşli di temê zarokatiya xwe de tê zewicandin û hînî di zoraktiya xwe de dibe dayik û barê giran yê jiyanê dikeve li ser milê wê. Taşli dayika 7 zarokane. Taşli demek dirêj e di televziyona Jin Tv de bernameya Dayikan jî pêşkêş dike. Taşli ji helbesvanan gelek ji Cigerxwîn hes dike û 25 helbestîn wî ji ber dizane. 

BARÊ GIRAN YÊ JIYANÊ

Taşli dibêje, ji bo ku ew zarokên xwe bi awayek baş mezin bike li gelek cihan kar kiriye û wiha qala çîroka xwe dike: “Ji ber ku bavê min dayika min revand û leşkeriya artêşa Tirkiyeyê nekir em neçar man ku ji Rezanê koç bikin. Cihê ku em çûnê ji ber ku bavê min dayika min revand kesê ji me hes nedikir û bi çavê cuda li me dinêrî. Bavê min ez di temenê 16 salî de zewicandim. Di temenê biçûk de barê giran yê jiyanê kete li ser milê min. Hîna ez bi xwe zarok bûm ez bûm dayik. Hevserê min pir bi malê ve eleqeder nedibû û hemû barê jiyanê kete li ser milê min. Ti cih neman ku ez lê nexebitim. Ez li zevî û kûçeyan xebitîm û min bi keda destê xwe zarokên xwe mezin kirin.”

PIRTÛKA HELBESTAN

Taşli anî ziman ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi helbestvaniyê kiriye û wiha pê de çû: “Ji zarokatiya xwe de ez helbestan dixwînim. Bavê min herdemê ji bo me helbest dixwend. Bavê min di ciwantiya xwe de derbasî Rojava bû û demek dirêj li gel Cigerxwîn ma. Ji ber ku li ge Cigerxwîn ma bû, bandora wî gelek li ser bavê min çêbûbû. Piştî bavê min hate malê jî her demê helbestên Cigerxwîn dixwend û bi vî şeklî ez jî pê bandor bûm û min dest bi xwendina helbestan kir. Dîsa ez gelek ji klam û stranên Radyoya Êrîvanê bandor bûm. Berî 5 salan jî min dest bi nivîsandina helbestan kir. Kurê min Şoreş di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla bû û demek dirêj min agahî jê negirt. Herî dawî min bihist ku kurê min li Rojava ye û bi telefonê li min geriya û got, dayê hîna tu helbestan dixwînî? Min jî got, erê. Kurê min jî got, dayê divê tu dest bi nivîsandinê jî bikî. Min ji li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan kir. Niha gelek helbestên min hene û ez amadekariya pirtûkekê dikim. Piştî kurê min Şoreş di sala 2015’an li Miştenûrê şehîd ket min li ser kurê xwe helbestek çêkir. Her wiha li ser hevalê Nûman jî min helbestek çêkiriye. Helbestên min li ser jin, komkujî û zordariya li ser Kurdan e. Min li ser komkujiya Roboskê jî du helbest nivîsandiye.”

‘HELBEST EYNIKA MIROV E’

Taşli helbestê bi van gotinan wate dike: “Helbest parçeyek ji wêjeyê ya her gelî û civakê ye. Çandîn helbestvan, nivîskaran, helbest nivîsîne. Her yek bi şêweyekê ye. Li gor min weke eynika mirov e. Lewre ew eynik derewan nake, êş û jan, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeya xwe, hinek jî bi çanda xwe tên nasîn. Her yek ji wan bi rengekî dîtir tên nasîn. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê hebûnek. Dema ku mirov xwe nas neke nikare helbestan jî binvîse û bixwîne.”