BI DÎMEN

'Daxwaza gelê Kurd daxwaza hunermendên Kurd e'

Hunermend û rewşenbîrên li Kurdistanê piştgirî dan ragihandina xwerêveberiyan û xwedî li berxwedana gelê Kurdistanê ya xwerêveberiyan derdikevin.

Hunermend û rewşenbîrên li Kurdistanê piştgirî dan ragihandina xwerêveberiyan û xwedî li berxwedana gelê Kurdistanê ya xwerêveberiyan derdikevin.

Hunermend Bulent Tûran da xuyakirin ku xwerêveberî sîstema herî kevin a dîroka mirovahiyê ye, di gelek serdemên dîrokê de gelan bêyî dewletê xwe bi xwe bi rê ve birine û diyar kir ku gelê Kurd di çarçoveya paradîgmaya Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxwaza xweseriya demokratîk bilêv kir û rêveberiyên xwe ragihand.

Tûran diyar kir ku daxwaza gelê Kurd di heman demê de daxwaza hunermendên Kurd e û got, "Daxwaza gelê Kurd a xwerêveberî, meşrû û demokratîk e. Xweserî yanî xwerêveberî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên li Tirkiyeyê wê bibe destketiyek. Weke hunermend em dixwazin di vê pêvajoyê de xwe di nava gel de mezin bikin û hunera xwe bi pêş ve bibin. Dema ji aliyê çandê ve were nirxandin; gel çemek e û em dixwazin ji vî çemî avê vexwin."

'BI HUNERA AZAD RE EM DIKARIN CIVAKA AZAD AVA BIKIN'

Hunermend Farqîn ragihand, ku li taxên xwerêveberî lê hatine ragihandin, wan meclîsên çand û hunerê ava kirine û got, "Bi van meclîsan re em dixwazin di mijara çand û hunerê de perwerdeyê bidin û tevkariyê li pêşketina çand û hunera Kurd bikin. Di pêvajoya îlana xwerêveberiyan de berpirsyariya dikeve ser milê me hunermendan; bihîstina dengê gel û parastina çanda Kurd e. Eger weke hunermend em berpirsyariyên xwe bi cih bînin, em ê karibin hunera azad û civaka azad ava bikin."

'BI XWERÊVEBERIYÊ RE WÊ ÇAND Û HUNER JÎ BIGUHERE'

Farqîn da xuyakirin, ku bi îlanên xwerêveberiyê re, tevî gelek aliyan wê civak ji aliyê çand û hunerê ev jî biguhere û got, "Meclîsên çand û hunerê wê ji bo avakirina hîmê çand û hunerê yê xwerêveberiyê bixebitin. Mînak; li taxên malên gel lê nînin wê malên gel bên avakirin û li van malan perwerdeya çand û hunerê were dayîn. Ev perwerde wê bi zimanê dayikê bê dayîn."

'BI XWERÊVEBERIYÊ RE WÊ GEL MECBÛRÎ DEWLETÊ NEBE'

Hunermend Şêrko Kanîwar jî ragihand ku bi xwerêveberiyan re wê gel mecbûrî dewletê nemîne û got, "Ji ber vê yekê divê em di xebatên xwe de rê li ber valahiyan venekin ku dewlet jê sûdê werbigrie. Eger em cihekî vala bihêlin wê dewlet li wir bi cih bibe. Ev rewş ji aliyê fîzîkî jî bi heman rengî ye; dema taxek vala bê hiştin wê dewlet li wir bi cih bibe û taxê veguherîn qereqolê. Mînak; weke muzîsyenekî eger ez karibim zarokên Kurd ji aliyê çandê ve ji 3 salî heta zanîngehê perwede bikim, hingî ev ê were wê wateyê ku berpirsyariya xwe bi cih tînim."

Kanîwar da xuyakirin ku ji bo xwerêveberî bi pêş ve biçe, divê hîmê wê yê perwerdeyê bê xurtkirin û ji bo mayînde bibe pêwîste perwerdeya çandî bê xurtkirin.

...