Danûstandinên FARC-Kolombiyayê bi pêş ve diçin

Danûstandinên FARC-Kolombiyayê bi pêş ve diçin

Di hevdîtinên aştiyê yên navbera gerîlayên FARC'ê û hukûmeta Kolombiyayê de di mijara reforma erd de, lihevkirin çê bû.

Di hevdîtinên çareserî û aştiyê yên navbera gerîlayên FARC û hukûmeta Kolombiyayê yên li paytexta Kuba Havanayê de, herdu aliyan dan xuyakirin ku ev peyamana hatiye morkirin, wê guhertineke girîng bîne herêmên bejahî yên Kolombiyayê.

Di çarçoveya vê peymanê de wê li gundiyên xizan erd were belavkirin û ji bo pêşvebirina herêmên bejahî, hewldan bên kirin. Tê gotin ev mijara li ser peyman hatiye morkirin, yek ji sedemên bingehîn ê şerê çekdarî yê gerîlayên FARC'ê ye.

Serkêşê danûstandinan ê hukûmeta Kolombiyayê Humberto de la Calle der heqê mijarê de got, "Piştgirîdayîna pêvajoya çareseriyê, baweriya bi Kolombiyayê ye."

Hêjayî gotinê ye, di navbera gerîlayên FARC'ê yên ji bo rizgariya herêma xwe tê dikoşin û dewleta Kolombiyayê de ev 50 sal in şer tê meşandin. Herdu alî ev cara 4. hevdîtin û danûstandinan dikin. Herçend di hevdîtinan de hin gav hatine avêtin jî, heta niha çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.