Ciwanên Kurd di festîvala Normandiyayê de li hev civiyan

Li Normandiyayê Festîvala Şehîd Şervan Varto û Şehîd Ferhat Çem hate lidarxistin.

Li herêma Normandiya ya Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya herêma 78’an 3’emîn Festîvala Şehîd Şervan Varto û Şehîd Ferhat Çem li dar xistin. Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî festîvalê dan û tevlîbûnek mezin çêkirin.

Ligel germa giran festîval ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  Komîteya Organîzasyona Normandiya festîval bi rê ve bir û li ser navê ciwanan axaftin hate kirin û qala girîngiya festîvalê hate kirin.

Di festîvalê de Serokê Şaredariya Magnanvîlle Mr. Mîchel Leboûs ji bo dost û wekheviyê xelat da.

TÛRNÛVAYA FÛTBOLÊ

Organîzasyona bi şêweyê geşt û sporê de pêk hat. 12 tîmên fûtbolê beşdar bûn. Tîma Varto Spar bû yekemîn, FC 94 (Villeneuve saint Georges) bû duyemîn, SEAT XWES (Les Mureaux) bû seyemîn, ATLETIK AMED (Drancy) bû çaremîn. Kûpa ji aliyê hevserok, ciwan û malbatên şehîdan ve hate dayîn.

Di lîstika Voleybolê de ciwanan coşek mezin jiyan.