Civîna salane ya Saziyên kurd li Lubnanê hate lidarxistin
Civîna salane ya Saziyên kurd li Lubnanê hate lidarxistin
Civîna salane ya Saziyên kurd li Lubnanê hate lidarxistin
Meclîs û Saziyên Kurdistanî yên Lubnanê li paytexta Lubnanê Beyrûd’ê civîna xwe ya salane bi beşdariya 130 delegeyên ku nunertiya hemû bajar û navçeyan dikin hate lidarxistin. Di civînê de hevseroka Meclîsa Gela a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed ji tevlî bû.
Meclîs û Saziyên Kurdistanî yên Lubnanê li paytexta Lubnanê Beyrûd’ê civîna xwe ya salane bi beşdariya 130 delegeyên ku nunertiya hemû bajar û navçeyan dikin hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, piştre ji bo rêveberiya civînê dîwanek ji 5 kesan hate hilbijartin. Di berdewama civînê de raporên salane yên Meclîsên hemû navçe û bajaran hatin xwendin. Piştre rewşa siyasî yê cîhan, Rojhilata Navîn û Kuridstanê hate nirxandin. Di civînê de bal hate kişandin ser rewşa li Rojavaya Kurdistan û pêwîstiya alîkariya bi Rojava re.
Civîn bi nirxandina rewşa rêxistinî û kêmasiyên civakî, çandî û perwerdeya kurdan li Lubnanê û biryar hate dayîn ku ji bo endamên meclîs û saziyan perwerde bê destpê kirin. Derbarê xebatên Yekîtiya Star jî biryara pêşxistina rola jina kurd li Lubnanê û aktîfkirina jinan a di nava meclîsan de. Di dawiya civînê de û piştî nîqaşên berfireh hin biryar bi armanca pêşxistina meclîsan hatin girtin.