Çîroka zanayê çavzer: Huseyîncan

Çîroka zanayê çavzer: Huseyîncan

Ji bo bîranîna yek ji rojnamevanên Kurd Huseyîn Denîz ê ku beriya 20 salan hat qetilkirin, pirtûka bi nave “Huseyîn Can” derket. Pirtûk wêrekî, afirêneriya rojnamevan û xeta ji agir a salên 1990’an tîne ber çavên mirov. Dayîka wî dibêje: “Heyfa çavên zer ên kurê min…”

Huseyîn Denîz ji bo nivîsandin û ronîkirina rastiyan her tim li ser dakdîloyê bû û bi berçavka xwe ya çarçoveya wê stûr li rastiyan digeriya. Ji bo binivîse sibê zû radibû û dayîka wî wiha jêre gotibû; “Heyfa çavên zer ên kurê min…”

Rojnamevan, nivîskar û mamoste Huseyîn Denîz, ne tenê kesên navê wî bihîstine, her kesê navê wî bihîstiye jî bi hesret û rêzdariyê wî bi bîr tîne.

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz di 9'ê Tebaxa 1992'an de li sûka Serêkaniya Rihayê ji aliyê Hizbûlkontra yên dewleta Tirk ve bi xafiltî hatibû gulebarandin û roja 10'ê Tebaxê li Nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dabû.

Ev bîst sal in kujêrên Huseyîn Denîz ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine aşkerekirin. Di pirtûka li ser bîranîna Huseyîn Denîz hatiye nivîsandin de hûn ê bikarin nivîsandinên wî, bîranînên hevalên wî li ser nivîsandine, nûçeyên di derbarê şehadeta wî de derketine û dîsa pê re biçin wan salên dijwar û dîroka çapemeniya Kurd.

Çîroka xebatkarên kevneşopiya çapemeniya azad, Ozgur Gundem û yên din û wan rojan bi hestewarî bi bîr bînin. Wekî din wêneyên Huseyîn Denîz jî di pirtûkê de cih digrin. Pirtûk dikare li Ewropa li Weşanxaneya Mezopotamya, li Tirkiyeyê jî li Weşanxaneya Aram were peydakirin.

APÊ TENÊ 40 ROJAN XWE LI BER ÇÛYÎNA WÎ GIRT

Di pirtûkê de, mirov di nivîsa xatirxwestina ji Apê Mûsa de dilsoziya wî ya bi Apê Mûsa yê ku hempîşe, mamastayê wî yê jiyanê û di heman demê de xalê wî re bû dibîne…

Apê Mûsa dibêje “Huseyîn kurê min, ez nikarim ji te re bêjim tu “mirî”. Mirin ji bo min ewqas giran tê, tu dibêjî qey ger ez bêjim tu mirî, dê demê weke ku min te kuştibe dibim.

Lê xeman nexwe berxê min, ez xalê te me, heta ku ez sax bim jî ez ê li şûna de binivîsim. Na, ger min jî bikujin, ez ê bigihim te, ev yek dê bibe gihiştina herî xweş…” û tenê 40 rojan xwe li ber çûyîna Huseyîn girt…

Di beşên din ên pirtûkê de, zarok, hevser, xwîşk û birayên wî behsa aliyên jiyana wî yên em pê nizanin dikin… Keça wî, Zozan Denîz jî weke bi sedan zarokên Kurdistanê, bavê wî nayê bîra wî…

HUSEYÎN DENÎZ KÎ YE?

Huseyîn Denîz, di sala 1956 de li gundê Sitilîlê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayîk bû. Dibistana seretayî û navîn li Serê Kaniyê qedand. Piştre bû mamoste û ew şandin gundê Sehrîk ê navçeya Siwêregê. Piştre li Nisêbînê mamosteyî kir. Di dema derbeya 12’ê Îlonê de hat girtin û 5,5 salan di Zîndana Amedê de ma. Li ser folklor û çanda Kurdan lêkolîn kir. Gotinên pêşiyan ên Kurdan berhev kir û di pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” a ji aliyê weşanxaneya Kaynak ve di sala 1991 de hat çapkirin. Denîz zewicî bû û bavê 4 zarokan e. Endamê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî PEN’ê bû. Nivîsên Denîz di Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000’e Dogru, Welat û gelek rojname û kovarên din de hatin weşandin. Di salên 1984-1987 de bû nunerê herêmê yê Ajansa Ûlusal Basinê (UBA). Piştî ku Gundemê dest bi weşanê kir, di xebatên wê de cih girt û di goşeya Forumê de nivîsand.

Piştî ku rojnameya Ozgur Gundem di 31’ê gulana 1992 de dest bi weşana xwe kir, ji wê rojê heta îro bû hedefa dewletê û di du mehan 3 xebatkarên wê hatin qetilkirin. Nuçegihanê Amedê Hafiz Akdemîr û nûçegihanê Kercusê Yahya Orhan di êrîşên çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Nûçegihanê Amedê Bûrhan Karadenîz jî bi giranî birîndar bû.

Huseyîn Denîz nûçegihantiya Serê Kaniyê ya rojnameyê kir û di 9’ê tebaxa 1992 de gava ji malê diçû ser karê xwe li rastî êrîşek çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Denîz 28 saetan li ber xwe da û di 10’ê tebaxê de piştî ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Doza der barê kuştina Denîz de di sala 1997’ê de dest pê kir, lê weke yên din heta niha jî kujer nehatine aşkerekirin. Her çendî Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Huseyîn Denîz, li Serê Kaniyê ji bo bîranîna wî hat vekirin jî û gelek encamên baş bi xwe re anî jî, lê her tim bû hedefa dewletê. Meha borî hat girtin..