Castro: Di şertên wekhev de bi DYA re diyalog dikare pêk were
Castro: Di şertên wekhev de bi DYA re diyalog dikare pêk were
Castro: Di şertên wekhev de bi DYA re diyalog dikare pêk were
Serokdewletê Kubayê Raûl Castro da xuyakirin ku eger ji serxwebûn û sîstema polîtîk a giravê re hurmet bê nîşandan, ew amade ne bi DYA re hevdîtinan bike.
Serokdewletê Kubayê Raûl Castro di axaftina xwe ya duh a dawiya salê ya li Meclîsê de diyar kir ku eger ji serxwebûn û sîstema polîtîk a giravê re hurmet bê nîşandan, ew dikarin bi DYA re diyalog deynin.
Castro got, "Em dixwazin têkiliyan deynin. Divê me hînî hurmetdayîna li cihêrengiya xwe bibin û di nava aştiyê de bijîn. Di rewşeke berevajî de di nava 55 salên pêşiya me de, emê dîsa bi vî rengî bijîn."
Castro ragihand ku wî gelek caran diyarkiriye ku bi DYA re diyalog dikare were kirin û got, "Di şertên wekhev de, bêyî serxwebûna me têkeve xeteriyê, bêyî serdestiya me zerarê bibîne û di nava mercên parastina xweseriya neteweya xwe de, em dikarin bi DYA re hevdîtinê bikin."
Castro anî ziman ku wan ji DYA nexwestine sîstema xwe ya polîtîk û civakî biguherînin û ewê sîstema xwe jî nekin mijara muzakereyan.