Bruksel xwe ji bo Hefteya Çanda Kurd amade dike

Paytexta Belçîka Brukselê xwe ji bo şeşemîn Hefteya Çandê ya Kurd amade dike.

Hefteya Çanda Kurd a Brukselê wê di navbera 10 û 14'ê Tîrmehê de pêk were. Hefteya Çandê wê bi resepsiyonekê dest pê bike û çar rojan bidome. Resepsiyon wê li avahiya KNK'ê bê amadekirin.

Roja destpêkê wê daweteke Kurdan bê nîşandan. Bi vê armancê wê bûk li hespê siwar bibe û ji meydana 'Brouckere' heta meydana 'Espagne'yê biçe. Beşdarên meşê wê kincên gelêrî yên Kurdî li xwe bikin.

Di Hefteya Çandê ya Kurd de wê konser hebin, atolye û gelek aktîvîteyên cuda pêk werin.

Li meydana Espagneyê jî wê mîna salên derbasbûyî kon bê vedan, maketên avahiyên dîrokî yên li Kurdistanê bên nîşandan, xwarinên Kurdan bên nîşandan û standên pirtûkan wê hebin.

Her wiha komên govendê wê hunera xwe pêşkêş bikin û fîlm bên nîşandan.

Dengbêj jî mîna her sal wê derkevin pêşberî guhdaran. Koma dansê ya Ermenî jî wê li qada hefteya çandê hunera xwe pêşkêş bike.

Hefteya Çanda Kurd bi pêşengiya Enstîtuya Kurd a Brukselê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê pêk tê.