Bilançûya erdhêja Filipînê giran dibe
Bilançûya erdhêja Filipînê giran dibe
Bilançûya erdhêja Filipînê giran dibe
Bilançûya erdhêja ku vê sibehê li Filipînê bi pileya 7.2 çêbûyî giran dibe. Bînayê li gireva Cebû û Boholê hilweşiyan û Dêra dîrokî jî ji erdhêjê ziyan dît.
Erdhêja ku vê sibehê li Filipînê çêbûyî li gorî pîvanên Richterê erdhêj bi pileya 7.2 pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 67 kesan jiyana xwe ji destdane û 170 kes jî birîndar bûne.
Windahî herê zêde li girava Baholê ya 630 km dûrî Manîlayê pêk hatin. Her wiha li Girava Cebû jî 9 kesan jiyana xwe ji destdan. li gorî rayedarên Filipîniyan wê hejmara miriyan zê de bibe.
Serokê Dewleta Filipînê Benigno Aquino, da diyar kirin ku dê sibe biçe cihê ku erdhêj lê çêbûyî ye û destnîşan kir ku gelek cihên dîrokî jî ziyan dîtîne.
Li Girava Baholê di dema erdhêjê de erd şemîtî û 4 pir xirabûn û gelek rêyan jî ziyan dît. Herêmên Bahol û Cebû afeta xwezayî hat îlan kirin.
Sismolog Renato Solidûm Filipnê, da diyar kirin ku bandora wê 32 car qasî bombeya kîmyawî ya avêtiye Hiroşimayê ye.