Bîlançoya erdheja li Fîlîpîniyan giran dibe

Bîlançoya erdheja li Fîlîpîniyan giran dibe

Bîlançoya erdhejma bi tundiya 7.2 ya li Fîlîpîniyan ku destpêka hefteyê rû da, her roj girantir dibe. Li gorî agahiyên dawî 172 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 jê zarok 22 kes winda ne.

Ewlekariya sivîl a li herêmê da xuyakirin ku windahiya herî giran li girava Boholê rû da. 160 jê li girava Boholê ku anvenda erdhejê ye bi giştî 172 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî winda bûn. Rayedaran diyar kirin ku ne gengaze ku 5 zarokên di dema erdhejê de li cem sûlavekê dileystin, bi saxî werin dîtin.

Gelê ku li avahiyên piştî erdhejê li ser piyan ma bicih bû, ji ber erdhejokan di nava panîkê de ye. Girava Bohol ku nêzî mîlyonek mirov lê dijîn, 600 kîlometre dûrî paytexta Fîlîpîniyan Manîla ye.