Bila Amed di lîsteya UNESCO’yê de cih bigire

Bila Amed di lîsteya UNESCO’yê de cih bigire

Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, têkildarî kampanya "Bila sala 2013'an bibe Sala Sûrên Amedê" diyar kir ku ger Kelehên Amedê di nava mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cih bigire, dê di qada aborî û civakî de piştgiriyek gelek mezin bide Amedê. Baydemîr destnîşan kir ku ger ew li Sûrên Amedê xwedî dernekevin kes li derve nayên li Sûran xwedî dernakevin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê der barê projeya "Bila sala 2013'an bibe Sala Sûrên Amedê" li Otela Dedemanê civîna çapemeniyê pêk anî.

Di civînê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Sekreterê Rêveberiya Herêmî ya Konseya Bajar a 21 Kent Konseyî Metîn Kilavuz, Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal, Endamê Lijneya RTUK'ê yê BDP'î Doç. Dr. Ahmet Yildirim û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Li salona civînê pankarta "Sûr amade ne ku sirrê xwe parve bikin, tu ji îmzeyê re amade ye?" vekirin. Di civînê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir axivî û diyar kir ku ev proje ji bo Amedê gelek girîng e û dê di qada civakî û aborî de piştgiriyek mezin bide Amedê.

Baydemîr, diyar kir ku ger Kelehên Amedê di nava mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cih bigire, dê di qada aborî û civakî de piştgiriyek gelek mezin bide Amedê. Baydemîr ragihand ku ger ew li Sûrê Amedê xwedî dernekevin kes li derve nayên li Sûran xwedî dernakevin û wiha got: "Destdayîna Sûran destdayîna aştiyê ye. Divê em li Sûran û aştyê xwedî derkevin. Dê di sala 2014'an de Sûrên Amedê têkeve nava Mîrateyên Cîhanê yên UNESCO û divê her kes li vêi mîrateyê xwedî derkevin.