Bi ya zimanzanên Kurd, kurdî çend salî ye?

Bi ya zimanzanên Kurd, kurdî çend salî ye?

Nûçeya ANF'ye ya bi sernivîsa "Kurdî bi kêmahî 1500 salî ye" ku berî çend rojan hatibû weşandin, bû sedema gotûbêjan. Zimanzanên Kurd, li ser tesbîtên Koma zimanzanan a navneteweyî, ku aşkere kiribû ku zimanên ji malbata Hind-Ewropayê ji Anatolya û Mezopotamyayê belav bûne, xewdî nêrînên û ramanên cûda ne. Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, diyar kir ku 100 peyvên ji Kurdî girtine, piraniya wan ji zaravayên kurmancî ne û vê yekê rexne kir.

Di meha Tebaxê de zimanzanên cîhanê ji bo malbatên zimanên Hind-Ewropa ku Kurdî jî di nav de ye, teoriyeke nû anîbûn rojevê. Beriya niha dihat gotin ku zimanên Hind-Ewropa ji stepên Rûsan belav bûne, lê di encama lêkolîna komek lêkolînerên navneteweyî de aşkere bû ku ev malbata zimanan ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne.

Di lêkolîna ku di bin serokatiya Zanîngeha Auckland a Zelandaya Nû de hat kirin, hatibû gotin ku Kurdî herî kêm beriya 1500 salan ji zimanên din cûda bûye. Pisporan ji bo vê jî ji Kurdî 100 peyv girtibûn û bi zimanên din re anîbûn ber hev. Li ser encamên xebatê zimanzanên navdar ên Kurd Zana Farqînî, Îbrahîm Seydo Aydogan, Dr. Kamûran Berwarî û Samî Tan ramanên xwe ji ANF'e re vegotin.

Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî encamên lêkolînê wiha nirxand: "Di serî de dixwazim bidim diyarkirin ku metoda tesbît û nîşandina sal û kevnariya zimanan bi xebatên zanyarê amerîkî M. Swadesh di cîhana zimannasiyê de hatiye naskirin. Xebat li ser peyvên bingehîn ên zimanên ku tê texmînkirin ji makezimanekî zêde bûne tê kirin. Yek ji wan encaman jî ew e ku tê angaştin zimanê kurdî 1500 sal berê ji zimanê din ên Hind-Ewrûpî qetiyaye û zimanên wekî îngilîzî û fransî jî 800 sal berê serbixwe bûne. Ev tezeke girîng û balkêş e ku bi awayekî cidî divê li ser bê sekinandin."

Ji ber ku detayên xebat û lêkolînê ne li ber destê wan in Farqînî dibêje ku mirov nikare bi dorfirehî li ser raweste û nirxandina bike, an jî rexne li xebatê bigire. Loma li gorî Farqînî divê mirov bi hendaze nêzikahî di vê xebatê bide. Digel vê yekê Zana Farqînî li ser lîsteya peyvên ku di lêkolînê de xabat li ser hatiye kirin wiha got:

'PEVY JI ZARAVAYÊN DÎ NEHATINE WERGIRTIN’

"Hin tiştan dêhna min kişand. Ji bo nimûne: Carek hema hemû bêje û peyv ji zaravayê kurmancî hatine hilbijartin. Lê ziman wek zimanê kurdî hatiye nîşandan. Ev kêmasiyek e. A duyem jî hilbijartina peyvan bi awayekî baş nehatiye kirin. Diviya ku peyvên hemwate (sînonîm) ên kurdî bihatina dayîn.

Wek nimûne: Di lîsteya peyvên kurdî de çivîk heye lê çûk nîn e; kûçik û seg heye lê kutik nehatiye dayîn. Dîsan çerm heye lê post û kevil tune ne; agir heye lê belê cih nedane ar û adir; qiloç heye îcar qoç, stroh û şax nîn in. Cih dane terî û boçê lê cih nedane hemwateyên wê qemç û dûvê. Peyva çok heye lê sînonîmên wê jinû û ejnû nîn in. Pêsîr û çiçik hene lê bistan nîn e.

Mirov dikare mînakan zêde bike. Nimûneyên rast dibe sedema encameke rast jî. Bi ya min eger lîsteya peyvên kurdî bi awayekî baş û rast bihata dayîn, îhtimal bû ku tesîr li encama xebatê jî bikira. Dîsan ji bo zimanê kurdî û dêriniya wê encameke balkêş derketiye holê.

Li gorî xebatên zimanzanan ku wan li ser peyvên bingehîn û hîmî yên zimanan kirine, di nav hezar salan de %19’ê wan diguhere û %81’ê wan mîna xwe dimînin. Loma divê ji bo xebatên wiha bijartina peyvên hîmî yên zimanekî bi zanebûn û bi hesasiyet bê kirin." Li gorî Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî Kurd çiqas xwedî derfet bin û bibin xwedî statuyekê ew çend dê zimanê wan jî bala zimanzanên cîhanê bikişîne. Farqînî destnîşan kir ku kurdî û çanda kurdî wek pirekê ye ji bo naskirin, ronîkirina ziman û çanda şaristanî û qewmên vê cografyayê ku ew êdî ji navê rabûne û wiha got:

"Cografyaya kurdan warekî qedîm e. Encamên xebat û lêkolînên arkeolojîk ên ku van salên dawîn lê tên kirin, didin nîşan ku gelek tezên der barê dîroka mirovahiyê de bêbinî û pûç in. Eger bi rastî lêgerîn û tiwîjanên zanistî li ser çanda kurdî û mîtolojiya kurdî bên kirin û di warê zimannastiyê de jî xebat, lêkolîn û lêgerên li ser zimanê kurdî bigihîjin ast û pileyeke bilind, bêyî pirole dikarim bibêjim dê hin aliyên tarî yên dîroka mirovahiyên ronîtir bibin û qedîmiya çand û zimanê kurdî jî dê apaşkera derkeve holê."

'DIVÊ MIROV BI GUMAN LI VAN AGAHIYAN BINÊRE'

Lê belê alîkarê doçent doktor û li Inalcoya Zanîngeha Sorbonê berpirsê beşê kurmancî Ibrahim Seydo Aydogan divê mijarê de xwedî ramanên cûda ye. Aydogan destnîşan kir ku dîroka zimanan ancax dikare bi rêya berhemên wan ve were diyarkirin û ramanên xwe wisa anî ziman:

"Li gorî min, kurdî berî niha bi 5000 salan an jî bi 50 salan ji zimanên din veqetiyabe jî, ev yek agahiyeke girîng û pêbawer nade mirov û divê mirov bi guman li van agahiyan binêre. Lewre, çavdêriyên li ser koka zimanan û jihevqetîna wan, hetta bi tasnîfa wan, bi tenê hîpotez in ku xuyaye ku kêfa gellek kesan ji hîpotezên bi vî rengî re tê. Lê, bi ya min, ev mijar ne ewqasî girîng e û mirov nikare bigihîje encamên teqez. Lewre, di destê me de tu agahî nînin ku em rastiyeke weha bipeyitînin.

Mirov nikare bizane bê kurdî kengî ji zimanên din veqetiyaye, lewre ev mijar dê me bibe ber bi mijara "zimanê yekem" ve ku jê re dibêjin "zimanê destpêkê" jî û tê bawerkirin ku hemû ziman (an jî komeke zimanan) ji wî zimanî hatine û bi dû re ji hev veqetiyane û guherîne. Ez baweriya xwe bi hîpotezeke weha ve naynim, lewre tiştekî weha nakeve serê min. Heger hûn bibêjin ku bandora zimanan li hev bûye, ji ber ku axêverên wan zimanan bi hevdu re ketine peywendiyê, ez ê bawer bikim; wekî din nakeve serê min. Dîroka zimanên ku dewletên wan yên daîmî çênebûne, ne hêsan e.

Divê mirov pişta xwe zû bi zû bi agahiyên weha ve girê nede. Weke ku hûn dizanin, fransiya niha jî, ancax piştî sedsala 9'an derketiye holê û di nava 1000 salan re guheriye û bandora zêdetir ji 600 ziman û zaravayan li ser bûye û hê piştî şoreşa fransî di nava fransiyan de hatiye axaftin û bûye fransiya ku îroj em pê dipeyivin. Ingilîzî berî niha bi 700 salan li qesra mîrên ingilîz jî nedihat peyivandin. Tirkiya îroj berî niha bi 80 salî peyda bûye. Mirov ancax dikare guherînên zimanan bibîne, ew jî bi rêya berheman ve, yanî berhemên niviskî, ji ber ku yên devkî nemane heta îroj, lê mirov nikare efsaneyan li ser koka wan ava bike, kes bawerî tiştên weha nake."

Aydogan xwedî wê ramanê ye ku mirov nikare bi tenê bi 100 peyvan dîrokê ji nû ve binivîsîne û wiha dibêje: "Madem tê gotin ku zimanên Hind-Ewropî ji Mezopotamyayê û Anadoliyê derketiye, hingê dîroka dunyayê divê ji nû ve were nivîsandin, lewre tişta ku jê re dibêjin "koça qewman" ji Mezopotamyayê dest pê nekiriye. Hingê, dîroka Kurdan jî divê ji nû ve were nivîsandin, lewre tê gotin ku ew jî ji bakurê Gola Wanê daketine ber bi Mezopotamyayê ve". Ibrahim Seydo Aydogan derbarê rolê zimanê Kurdî de ji wiha difikre:

"Kurd ji ber ku weke eşîr dijiyan, û ji ber ku kurdî neket dibistanan û nebû zimanê peywendiyên dewletan jî, zimanê kurdî her weke xwe ma. Ji ber wê ye ku em îroj jî Feqiyê Teyran fahm dikin. Lê ji ber ku bandora îslamê û erebî û helbesta farisî ya klasîk hebû, têgihîştina ji Ehmedê Xanî dijwar e. Yanî, dîroka zimanan di berheman de heye û agahiyên teqez didin mirov. Erê, kurdî hatiye parastin, lê, ev nayê wê wateyê ku ev ziman dikare ji zimanên din girîngtir be.

Berî wê, divê mirov bizane bê kurd ji ku hatine. Min nedîtiye ku kesî gotiye ku Kurd li Mezopotamyayê ji dêya xwe bûne û her li wira mane. Ev hemû efsane ne, mîtolojiya zimanî ye ku xatirê wê yê zanistî nîne. Divê mirov ji çavdêriyên weha bitirse, lewre ew dê agahiyên çewt bidin mirov. Sedem jî ew e ku hûn çi bibêjin jî dikare rast be û dikare çewt be jî, lewre tesbîta wê tune ye. Hemû hîpotez û mîtolojiya zimannasiyê ku gellekî dewlemend e."

'KURDÎ HERÎ KÊM 5 HEZAR SAL KEVIN E'

Ji Zanîngeha Dihokê, Beşa Kurdolojî Dr. Kamûran Berwarî wekî pisporên dî nafikre û teoriyek pir cûda tîne ser ziman. Dr. Berwarî dibêje ku mak u serîkaniya zimanê arî ji zimane kurdî ye, ji ber ku tevaya gelên arî (hind û ewrupî) ji Kurdistanê koçber bûne û wiha dibêje:

"Peydabûna van netewan jî weku netewe û zimanên serbixwe piştî tofana Nûh e. Gelê Kurd ji Kurdistanê nebûye, beruvajî vî gel û netewên arî hemû ji Kurdistane çûne. Gelên din ji (tirk,ereb,farsî) li ser axa Kurdistanê cihûwar bûne, ji ber vê rastiya têkelîya zimanê kurdî û zimanên arî mîna daykê û zarokan e.

Kurd jî dayke û zimanên din zaroyên wê ne, ji ber vê rastiyê koka van zimanan yêk e, îro di her zimanekê arî de rêjeyeka mezin ya zimanê kurdî tê dîtin. Neteweya kurd peşîya netewên dî yên arî peyda bûye, her hîç nebe ev 5000 sal e zimanê kurdî wekî zimanekê nivisî û tomarkirî heye. Çunko yekem kitêba cihanê hatiye nivêsîn ku (Destana Gelgamiş) ye kurdî ye. Ji ber van berî tofanê gelê Murd hebûna xwe hebû.

'DI DESTÊ ME DE BELGE NÎN IN'

Edîtorê Kovara Zend Samî Tan jî balê dikşine ser belgeyan û dibêje ku der barê dîroka zimanê kurdî de li ber destên me tu agahiyên zelal nîn in. Tan destnîşan kir ku bi awayekî gelemperî zimanê kurdî bi zimanê medî ve tê girêdan û ramanên xwe wisa anî ser ziman:

"Lê belê der barê zimanê medî de tiştek li ber destan nîn e; bi tenê hinek peyvên ku di zimanê cîran de mane, wekî nimûne têne pêşkêşkirin. Ji bo ku em bizanin ka kurdî kengî ji zimanên din ên îranî cuda bûye, em dikarin ji aliyê rêjeya peyvên hevpar ve nirxandinekê bikin. Em dikarin kurdî û farisî bidin ber hev. Dema ku bala xwe didin her du zimanan em dibînin ku bi kêmanî ji sedî 60 peyvên her du zimanan hevpar in, bi tenê hinek deng têne guhartin. Wekî din jî zanyarên ku li ser zimanzaniya dîrokî (historical linguistic) dixebitin, diyar dikin ku di zimanekî de di hezar salî ji sedî 20’ê peyvan diguherin. Heke wisa be, ji hev cudabûna kurdî û farisî heta du hezar salî diçe.

Dema ku mirov kurdî û farisî dide berhev, mirov dibîne ku zimanê kurdî bi taybetî jî zaravayên zazakî, hewramî û heta radayekê jî kurmancî gelek formên kevnar e (zayend, tewang, ergatîvî) di nava xwe de parastine. Ji ber vê yekê jî lêkolînên li ser kurdî dikare di warê dirûvê kevnar ên zimanên hind-ewropî de gelek aliyên tarî bide ber tîşkên ronahiyê."