'Bi rêya wêneyê êş û azara gelê xwe vedibêjim'

Wênesaz Mêrdîn Ataş ku temenê wê 16 salî ye, wiha got: “Bi rêya wêneyê xwe ez êş û azara gelê xwe vedibêjim, dikarim bi rêya wêneyê çanda xwe ya Kurdî jî derxînim holê.”

Wênesaz Mêrdîn Ataş ku temenê xwe yê 16 salî ye, ji ANF'ê re axivî û qala karê xwe kir. Mêrdîn Ataş got, "Bi rêya wêneyê ez dixwazim êşên xwe û êş û azarên gelê xwe derxînim pêş. Kêliya ku ez tabloyekê neqiş dikim, ji bo min ew tablo dibe hevalê/a min a herî nêz û weke ku her kêliyê bi min re diaxive. Dema ku ez wêne xêz dikim, dixwazim bi rêya wêneyê wan hestên xwe yên kûr derxînim derve. Wêneyên ku min neqiş kirî, li ser çanda Kurdî û kamîrayê ye, ji ber ku hezkirina min ji wan re heye.”

Mêrdîn diyar kir ku divê jin dest ji xeyalên xwe bernedin û got: “Jin divê xeyalên xwe pêk bînin. Pêwîstiya wênesaz bi axaftinê tune ye, ji ber ku wênesaz bi rêya tabloyê hestên xwe derdixe holê û mûzîkjen jî bi rêya stranê xwe xwe îfade dike. Zehmetiyên me yên di wêneyê de ew e ku alav biha ne û zêde peyda nabin. Ez bang li her ciwanekê dikim ku xwedî li hêvî û xeyalên xwe yên zarokatiyê derkeve.”