Bi pêşengiya Jinên Ciwan li Başûr pêşbirka hunerê

Yekemîn Pêşbirka Şewekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa (Sarîna Sarya) bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer ve li Başurê Kurdistanê dest pê dike.

Pêşbirka yekemîn ji bo bîranîna Şehîdên Şeladizê tê lidar xistin. Pêşbirk di 5 Tîrmehê de dest pê dike û tenê jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 16-28'an de dikarin tevlî bibin. Jinên ciwan ên ku dixwazin tevlî bibin berhemên xwe heta 1'ê Tebaxê dikarin bişînin.

Armanca pêşbirkê Jinên Ciwan ê Tekoşer wiha pênase dike: “Em dixwazin hestên welatparêziyê yên ku di dil û mejiyê jinên Ciwanan de ye, yên li Başurê Kurdistanê derxin pêş. Kabîliyeta jinên ciwan ên Kurd hene. Em dixwzin bi vî pêşbirkê têkiliya jinan û axa wan bînin asta herî zêde.”

Merasîma Xelatên Pêşbirka Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Sarîna Sarya di roja 5'ê Tebaxê de di seat 15:00 an de li Çemçemal bê dayin.

-Pêşbirk bi zimanê Kurdî (Soranî, Badînî, Hewremî) ye. Beşdar dikarin tenê bi yek berhemî tevlî bibin.

-Mijarê Pêşbirkê Welatparêzî û Jin e. Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestên xwe li ser vî mijarê ve divê bidin pêş.

*Esasek jî ev e ku dive resm, wêne, çîrok û helbest li deverekê nehatibe belavkirin.

-Beşdar divê bi tevî berhemên xwe kurtejiyana xwe herî dereng heta 1'ê Tebaxa 2020'an de bi van riyayan bigîhînên me.

Navnîşan:

* Navenda Jinên Ciwan li Silêmanî

E-maîl: [email protected]

Facebook: ژنانی گەنجی تێکۆشەر

Whatsapp: 07812449880

Telegram : 07812449880