Hin ji xwediyên herdem ên Çiyayê Agirî ku ji serhildan, raperîn û şoreşgeran re baregeheke sirûştî ye, koçer in. Qewmê herdem ê Araratê ku awayê jiyana wan êlên arkaîk bi bîra mirov tînin, gopîtka berz î qeşayî ku mirov nikare pêre hilkişe, çêtiniya piştên wê, golên wê yên efsûndar û zozanên wê yen biharî wê dike dilqê çiyayekî mîtolojîk.
W. Dîevîtsky ku di 1884an de li Yêrîvanê bi semînerên hîndekariyê re pêwendîdar bû biryar dide ku havîna xwe bi gera derdorê bibihurîne. Jiyana li ser sînorên ku hê wê demê jî di navbera Çaritiya Ûris (Rûs) û Osmaniyan de sînor bû û bêhtir jî ji hêla yekîniyên Qezaxî ve dihate parastin, ev di heman demê de ji angaştên ku niha jî hewl didin têxin rojevê, dibe bersivek.
Dîevîtsk çavdêriyên xwe yên ku di gera xwe de bi dest xistin di bin serenavê ‘’ Gera Betlaneyê ya di navbera Eyaleta Yêrîvanê û Bajarên Qersê de’’ nivîsî. Ev nîşe di nav metaryalên danasîna aşîrên Kafkasan û herêmê de hatin bicihkirin. Lê belê ev nîşe di 1896an de di nav weşanên rêveberina perwerdehiyê de hatin weşandin. Beşek ji heman nivîsê îsal di malpereke ku bi Rûsî weşanê dike, di kurdist.ru de weşiyan.
RÊWITIYA BER BI ARARATÊ VE
Nîşeyên Dîevîtsky wiha dest pê dikin: ‘’ Ji mêj ve ye ku min dixwest li derûdorên cihê ku lê dijîm, bigerim. Min dixwest ji Araratê bibihurim loma ev der pir nêzîkî Yêrîvanê ye.
Li hêla bakurê Başanê çirav hene ku bi kelmêşan tije ne. Kaşikên qumê yên li hêla başûr heya bi Araratê didomin. Çêre pir kêm in. Gelêk qetên latên ku ji teqîn û erdheja 1840î mane li derûdorê belavbûyî ne. Piştî wê Bêriya Axurîn dest pê dike ku Araratê ji hev dike du şiq.
Rêya ku ji Başanê dest pê dike heya bi naverasta Agiriyê bi şiverê û deviyan didome. Nêzî çend mîlan em qet li ti kesekî rast nehatin. Mirovên ku li van deran dijîn, bi destpêkirina havînê re ji bo ku xwe li nêzî avê bi cih bikin bi jora Araratê ve hildikişin. Loma ava havînî bi helandina berfê çêdibe, tenê li bilindahiyan heye û li gel ku li van deran mirov nînin jî ji bo gerê bi taloke ne.
Kurd û tatarî ji bo şelihandinê dikarin êrîşî gerokan bikin. Ji bo vê jî serbaz şîretan li min dike ku çend siwariyên kazakî bi xwe re bibim. Zeviyên di navbera du eyaletan de(Qers û Yêrîvan) bi konên kurdan xemilî ne. Li nêzîkî konan pez û dewar diçêrin. Kon reş in û ev jî dide nîşan ku ji hiriyê ne. Banê wan bilind jî be jêra wan çend gav in û tim hêleka wan vekirî dimîne. Hundirê hineka ji wan ji du sê beşan pêk tê. Di wan konan de çend zarokên zewicî û bira li gel malbatên xwe bi hev re dijîn.
Kon dişibin ên romanan. Kon bi awayekî ku mîhan di nav xwe de dorpêç bikin hatine danîn. Kêmasiyeke biçûk jî dibe sedem ku kit ji alajên wan nemîne. Loma li vir bi çekan li talanên hev dixin. Lê debara wan tenê li ser van ajalan e.
Parastin, bidestxistina van dibe sedem ku hev bikujin û bibin xwîniyên hev. Vê pirsgirêkê ne tenê di nav xwe de lê herwiha bi tataran re jî dijîn. Carinan tatar tên tabûrên kazakên nêzî xwe û bi hênceta ku kurdan li talanê wan xistiye kurdan tawanbar dikin lê di eynî rojê de kurd jî tataran tawanbar dikin ku wan kerên wan girtine û dûvê wan jê kirine.
Piraniya koçerên li vir ji hêla Persiyan hatine. Kurd carinan çêriyên ku xwemalî tabûrên Rûsan in jî didin çêrandin. Leşkerên Ûris wan bi kuştinê çavtirsandî dikin. Pevçûnên di navbera kurdan de ti ziyanê nagihîne tataran. Ew goşt, rûn û şîr ji kazakan re tînin û di ber wê de jî pereyan distînin. Carinan jî ji bo pirsgirêkên navxweyî çareser bikin ji serbezan re dikine diyarî.
JIN RÛYÊ XWE NAPÊÇIN Û BI REHETÎ DIJÎN
Ez gelek cihêtiyan di navbera kurd û mirovên din(ermen, tatar, kazak) de dibînim. Xêzên li ser û çavên kurdan pir beloq û zelal in. Bi taybetî jî ji bo rûspiyên wan û serekên wan rûmet û şanaziya takekesî pir girîng e. Mînak rûyê wan wekî yê tataran ne bêwate û bêrehm e, rûyên wan geş û spehî ye. Di rabûn û rûniştina wan de şalavî û xwe zirtokî kirin nîne. Kurd bi piranî rûyên xwe kur dikin yanî bi giştî pir riha xwe dirêj nakin lê tenê simbêlan berdidin. Çavên wan bi piranî zer an jî kesk in. Porên xwe ji binî ve yan jî heya nîvî kin dikin. Kumikekî ku bi cemedanên rengîn pêçayî ne didin serê xwe. Li gorî hinan ji wan gotî ev reng ji bo wan ne zêde girîng in tenê ji bo ku li xweşiya wan diçe wan rengan hildibêjêrin. Jin jî bêhtir kofiyan didin serê xwe û rengê sor li xwe dikin. Jinên kurd rûyê xwe napêçin yan jî venaşêrin. Ji bo xemlê jî bêvilên xwe qul dikin û morî û tiştên biçûk ku jê re mext dibêjin bi bêvila xwe ve dikin.
Êvarî bi serleşkerê yekîneya ku lê dimam û hevjîna wî re em çûne konên wan. Hema hema hemû endamên êlê hatin em pêşwazî kirin. Destên xwe yên rastê li ser milên çepê datanîn û slav didan. Piştre jî li ser merşên ku li ser mêrgan raxistin em rûniştin. Ji me re mih ser jê kirin û xwarin çêkirin. Piştre jin hatin bi hevjîna serleşker re hev nasîn û pê re civat danîn. Yeka ji nava wan ku 17 salî bû ewqasî spehî bû ku mirov tim dixwest pê re bide û bistîne. Wê jî ji vê fihêt dikir. Lê bi awayekî giştî jin pir rehet û devliken bûn û heman rehetî bi awayekî ku mirov şaş bimîne bi gişan re hebû.
Di konan de hema bibêje çend nifş bi hev re dijiyan. Di her konê de çend çek hebûn. Di navbera rûs û kurdan de xêzeke reş heye. Pêşî herçiqasî wekî daristanekê xwiyanî bike ew xêz ji deviyan pêk dihat.
Ji vir em derbasî hêla Yêrîvanê dibin. Evder bajaroka navçeya me bû ku wekî navenda dêra ermenên Ortadoks dihate hesibandin. Ji vir hinekî bi pêştir yekîniyên sînor a bi navê Siçanlî û Kazakan hebûn. Li gundê Siçanlî biqasî sed kesî ji tatar û kurd dijiyan. Xanî ji kevir û axê hatibûn lêkirin. Di malên wan de cihê lêrûniştinê nebû û li ser wan jî cil û bergên qetiyayî hebûn. Dewlemendê gund yekî ermenî ye û gundî di ber heqdesteke pir hindik de jê re dixebitîn.
KOÇERÊN ÊZÎDÎ
biryar da ku gera xwe îro bi dawî bikin û vegerin. Carcaran em di nav konên kurdên koçer re çûn û di şiverêyan re em bi pêş ketin. Piştî meşa bi qederekê ji me re hate gotin ku em hatine konê yek ji mezin ê kurdan Şemsedînov. Li derdorê gelek kon hebûn. Wî bi xwe pêşwazî li me kir. Zarokên wî bi cil û bergên pir spehî bûn. Lê em difikirîn ku şîrekî vexwin û biçin. Min xwest ku biçim li hundirê kon binerim. Kon wekî wan ên din bû lê gellekî mezin bû. Di kon de gellek jin hebûn. Hinan jê nan pê ve didan û bêhna nanê germ tevî dûyê tepikan dibû. Hin jinên din jî bi textikekî çend şîş têre kirî hiriyê xwe paqij dikirin. Jinên kurd bi vê alava jirêzê hiriyê xwe ji hemû tiştên zêde paqij dikirin. Di nav jinan de keça xwediyê malê Xanima Katê bêyî ku ti tiştî bike li cihê xwe rûdinişt. Her çiqasî ne pir xweşik be jî bi kofiya ku bi pîlikan xemilî û cil û bergên xwe yên rengsor dihate fêhmkirin ku li hêviya yekî li gorî xwe ye. Xanima Katê hinekî bi Rûsî zanîbû û bi rehetî me dikarî em civatekê deynin. Hundirê kon ji bo mêvanan pir baş hatibû raxistin.
Ber bi êvarî ve dema ku em ber bi hêla Rûsan ve diçûn em li geliyekî kûr rast hatin. Li hêlekê wî gelîyî konên kurdan hebûn û li nêzîkî wan jî konekî spî. Ev yek ji konê mezinên Êzîdiyan, yê Hesen Axa bû. Me rêberê xwe şandin da ku agahiya hatina me bidin. Heya ku em gihaştibûn wir ji bo me konekî spî vedabûn. Birayê Hesen Axa em birin konê me yî nû.
Ji me re behsa lihevnekirina êzîdî û ermeniyan a di derbarê mijara axê de kirin. Ev zevî li gel ku yên Hesen Axa jî bûn ermenekî doz lê vekiriye û bi bertîlan kiriye ku biryar were dayîn ku ev zevî yên wî ne. Lê piştre dema ku Hesen Axa çûye ba Waliyê Surmeliyê doz vekiriye, bûyer gihiştiye heta bi Moskowê. Hatiye fêhm kirin ku ji zeviyan tenê sed ji yekî yê ermen e û yê mayî jî yê Hesen Axa ye.
Bi xwarin û çayê mêvanperweriya xwe nîşanî me didan. Hesen Axa di derbarê êzîdîtiyê de bi me re pir baş diaxivî. Weke ku tê zanîn êzîdiyên din pir hez nakin di derbarê dînê xwe de biaxivin. Dînê wan mirov dikare bibêje ku ji aliyekî ve tevlîheviya ‘’agirperestiyê’’ û filehtiyê bû. Ew li hemberî ‘’şeytan’’ pir giramgir bûn. Li gorî wan şeytan bo demekê hatiye qewirandin û dema ku ew hate bexişandin û vegeriya, dema ku bibîne ku êzîdiyan dev ji wî bernedane wê spasdarê êzîdiyan be. Ji bo vê jî li cem êzîdiyan mirov sixêf û dijûnan li şeytên bike pir şerm e. Mezinên wan î dînî li Mûsilê dijiyan. Misilmanan êzîdî dişopandin û ew dikuştin. Ji bo vê jî ew li xaka Ermenîstanê dijiyan. Kurdên li sînor digotin ku êzîdî civakeke pir dadmend in.
Jiyîna di nav van sînoran de pir bi taloke bû loma li talanê hev dixistin û tim pevçûn hebû. Li vir pevçûnên di navbera êzîdî, misilman û eşîran de pir zêde bûn. Bi hevdîtinên li gel rayedarên tirkan ti encam nedihate standin. Li vir ji bo ku hikûmet qels bû hemû rol di destê mezinên eşîran de bû. Piranî ji bav digihe kur. Sereqat şîr û mih dianîn. Vê jî dikir ku Hesen Axa li gorî kêfa xwe bijî. Hesen Axa iraq jî vedixwar û xwe pir xweşik girêdabû.
Dema ku ez çûm kon û lê geriyam min dît ku 30 kes li wir in. Li vir zarokên wan, keçên wan û berdestikên wan hebûn. Hinan jê nan pê ve didan û hina xwarin çêdikirin û hina jê jî penîr çêdikirin. Rêveberiya hemûyan jî jina wî dikir. Jinan dema ku zilamekî Rûs dîtin şaş man lê fedî nekirin. Rûyên xwe nedipêçan, di nav wan de ên zehf xweşik hebûn. Êzîdî jî ji bo ku bizewicin qelen, next didan, lê bi qasî misilmanan barê xwe giran nedikirin. Di nav wan de wekî di nav misilmanan de pirjinî nebû, wan tenê dikarîbûn bi jinekê re bizewicin. Lê kurdên misilman her çiqasî dînê wan destûr dida jî bi giştî bi yek jinê re dizewicîn. ‘’
ÇÎROKA LEŞKERÊN REVÎYAYÎ
Dema ku ez ber bi rojhilat ve çûm, ez çûme bertenga Çingilê û min seriyek li piyadeyên kazakan da. Dema ku ez giham baregaha leşkerî, li wir min çend leşker dîtin. Serbaz ji min re vegot bê çar leşker çawa hatine vir. Li gorî ku tê gotin dema ku ew di nobedariyê de bûn 8 kurdên çekdar dîtine. Ew di biniya kevirê ku xwe di bin de veşartin de dinaliyan. Bi îhtîmalekê hatibûne diziya kurdên li hêla Rûsan dijiyan. Dema ku wan leşker dîtine pevçûn derketiye. Leşkeran dema ku bi qelsbûna xwe hisiyan reviyane, ji ber ku ditirsiyan vegerin jî xwe li kazakan girtine. Kazakan henekên xwe bi wan dikirin. Kurd pir baş li talanê dixin û çekan jî baş bi kar tînin, ji bo vê jî ev li vir in. ‘’