Bestekarê Yewnan ê li dijî dîktator jiyana xwe ji dest da

Bestekarê Yewnan Mîkîs Theodorakîs ê ku di dawiya salên 1960’î de bûbû sembola têkoşîna dawiya li dijî rejîma leşkerî, jiyana xwe ji dest da.

Bestekarê navdar Mîkîs Theodorakîs di 2’ê Îlonê de di 96 saliya xwe de rehmet kir.

Theodorakîs yek ji bestekarê navdar ê Yewnan bû û di qada giştî de jî li hemberî wî hurmeteke mezin hebû. Theodorakîs diyar dikir ku girêdana siyasî û hunerî ji hev nayê qutkirin.

AVAKARÊ SÎRTAKIYÊ

Mîkîs Theodorakîs di sala 1964’an de muzîka fîlmê Zorba ya derhêner Mîchael Cocoyannîs çêkir. Dansa sîrtakî ya ji bo vê fîlmî jî navdar bû.

Mîkîs Theodorakîs bûbû sembola berxwedana li hemberî dîktatoriyê û di heman demê de di nav kesên sembol ên jiyana siyasî jî bû. Wî li pey xwe mîrateyeke çepgir, serhildêr û berxwedêr hişt.

Dema ku yekîneyên Elman, Îtalyan û Bûlgar di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Yewnanistan dagir kir Mîkîs Theodorakîs li Atînayê bi dizî dersên konservatûarê distend û tevlî berxwedanê bû. Du caran hate girtin û êşkence lê hate kirin. Di dema şerê navxweyî yê Yewnanistanê de wekî milîtanekî komunîst gelek caran hate girtin û êşkence lê hate kirin.

Piştî hilweşandina dîktatoriyê di sala 1974’an de dema ku vegeriya Atînayê, girseyeke qelebalix hate pêşwaziya wî. Di sala 1981’an de tevlî Partiya Komunîst bû û bû parlementer. Di sala 1990’î de jî tevlî Demokrasiya Nû ya mûhafazakar bû û bû wezîr.