Berxwedan û huner dibin yek

Sala 2023'an ji bo bajarê Kobanê bû serdemeke ji hunerê. Koma Şano ya Yekta ji karên atolyeyê heta bi şanoyê gelek çalakiyên çandî lidar xist.

Yek ji rêyên herî bi bandor ên xwegihandina li bedewiyê, huner e. Sala 2023'an Rojava bi hunerê destpêkeke nû pêk anî. Di karên hunerî de ku giranî ji rêze fîlm, fîlman re hate dayin, yek ji karên sereke şano bû. Ji Kantona Şehbayê heta bi Kantona Qamişloyê ji zarok û ciwanan re perwerdeyên şanoyê hate dayin, li qadên perwerdeyê şano hatin pêşkêşkirin. Li Kobanê jî ku sembola berxwedanê ye, atolyeya şanoyê hate avakirin û şano hate nîşandan.

Li akademiya hunerê ku bi beşdariya 25 kesan pêk tê, perwerde 3 mehan dewam kir û perwerdeya teorî û pratîkî hate dayin. Li gel mijarên pênaseya şano, ronahî, dik, derhênerî, senaryo her wiha li ser mijarên lîstikvanî, diyafram, ji ber xwe perwerde hate dayin û şagirt hatin amadekirin. Di encama perwerdeyê de jî sertîfîka ji şagirtan re hate dayin. Şagirtên ku li ser alîyên teorîk û pratîkî yên şanoyê serwext in, ji bo bibin şanogerên serketî yên paşerojê gav avêtin.

8 LÎSTIKÊN ŞANO HATIN NÎŞANDAN

Li Kobanê li gel atolyeyê her wiha lîstikên kurt ji aliyê komên çand û hunerê ve hatin nîşandan. Ji bo balê bikişîne ser jin a Kurd a li Îranê hate qetilkirin lîstika şano ya ji 8 deqeyan 'Keziyê Jînê', lîstika ji 17 deqeyan a 'Em yan ez' û lîstika ji 8 deqeyan a 'Hunermend' hatin nîşandan.

Her wiha lîstikên 'Koça Qaqlebazan', 'Çekûç', 'We Rojê', 'Zîlan' û 'Giyanên Pîroz' hatin nîşandan.

FESTÎVALA ŞANO YA ARÎN MÎRKAN TÊ LIDARXISTIN

Her wiha du salan carekê li Kobanê Festîvala Şano ya Arîn Mîrkan tê lidarxistin. Ev festîval ji bo herêma Firatê ye û heta niha 2 caran hatiye lidarxistin. Komên ji Minbic, Reqa û Tebqayê tevlî Festîvala Şano ya Arîn Mîrkan dibin.

ELEQEYA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ

Endamê Şanoya Çiya ya Akademiya Hunerê ya Şehîd Sefqan Harûn Hêvî got, "Ji bo jiyaneke nû bê avakirin, bigihêje gel, xîtabî gel bê kirin û jinûve biafirîne, hunera şanoyê divê gelekî pêşketî be. Ji bo xîtabî hestên gel bike, civakeke azad jinûve ava bike, şano nebe nabe. Kûrbûna şanoyê yekser bandorê li nêrîna gel û rêbaza wê ya jiyanê dike."

Harûn Hêvî bal kişand ser karên hunerî yên di sala 2023'an de li Kobanê hatin kirin û got, "Li gel atolyeya ku 25 kes lê hatin perwerdekirin, şanoyên hatin nîşandan jî gelekî eleqe dîtin. Eleqeya xelkê Kobanê ya ji bo hunerê gelekî zêde ye. Şano şêweyekî perwerde û jiyanê yê gelekî ye. Lewma zanin ku pêwîstiya xwe bi şanoyê heye û bi baldarî tevlî bûn. Huner nebe nabe. Di nava beşên hunerê de jî şano bi vê rolê rabe, şano nebe nabe."

'HUNER WÊ LI QADAN JÎ BE'

Harûn Hêvî ragihand ku wê karên xwe yên ji bo çand û hunerê hîn berfireh bikin û di dawiya axaftina xwe de got, "Ji sedî 25 ê civakê zarok in. Ji bo ev nifşê nû li ser bingehên rast bêne perwerdekirin, ji nan û avê bêhtir pêwîstiya me bi hunerê heye. Ji bo zarokan perwerde bikin, ji şanoyê re teşwîq bikin û şanoyê bigihînin gel em ê ne tenê dikê ji xwe re bikin esas, her wiha em ê li qadan jî şanoyê bigihînin gel."