Berhemên Zehra Dogan li Bîenala Berlînê ya 11’emîn e

Li Bîenala Berlînê ya 11’emîn berhemên hunermenda Kurd Zehra Dogan jî hene. Dogan ev berhem li girtîgehê xêz kiribû.

Bîenala Berlînê ya 11’emîn ya ku ji ber şewba koronavîrusê hatibû taloqkirin îro hate destpêkirin. Bîenal a ku yek ji çalakiyên hunerî ya Ewropayê ye,du salan carekê li dar dikeve. Bîenal wê heta 1’ê Mijdarê bidome û wê ji gelek welatên Ewropayê berhemên nêzî 50 hunermendan were pêşandan.

Yek ji hunermenda ku tevlî bîenalê jî bûye, Zehra Dogan e. Dogan dema di JINHA’yê de dixebitî di Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin û heta Reşemiya 2019’an girtî mabû.Dogan rojên xwe yên girtîgehê kiribû xêzeroman.

103 berhemên Zehra Dogan wê di Bîenala Berlînê ya 11’emîn were nîşandan. Beriya Bîenala Berlînê berhemên Dogan li Newyorkê di çalakiya ‘Hunera ku berxwedan e’ hatibû nîşandan