BDP’ê derbarê Cemxaneyan de pêşniyarnameyek da
BDP’ê derbarê Cemxaneyan de pêşniyarnameyek da
BDP’ê derbarê Cemxaneyan de pêşniyarnameyek da
Parlementera BDP’ê ya Êlîhê Ayla Akat Ata di derbarê Cemxaneyên ku li Tirkiyeyê nexwediyê statûyekî zagonîne û binpêkirinên mafan de pêşniyarnemeyek pêşkêşî Meclisa Tirk kir.
Parlementera BDP’ê ya Êlîhê Ayla Akat Ata di derbarê Cemxaneyan de ji Meclisa Tirk xwest lêkolîn bike û got: “ Ji damezirandina Komara Tirkiyeyê haya niha çand û baweriyên Anadolê tune hatine hesibandin. Elewî bûne armacên polîtîkayê dewletê yên asîmîlasyon û desthiladariyê.”
Akat da diyar kirin ku, baweriya Elewiyan bi fermî nehatiye naskirin û daxwaza wan ya sereke ya Cemxaneyan hêj di zagonê de negihaye statûya xwe.
Di pêşniyarnameyê de wiha tê gotin: “Demek nêze projeya bi navê 'Camî-Cemxane-Aşevî' di nava civaka Elewitiyê de tê nirxandin. Ev proje wek rengê tê îdia kirin, projeya aştiyê nîne. Berevajî ji aliyê Elewiyan ve wek parçeyek ji projeya polîtîkayên asîmîlasyonê tê dîtin. Di 18’ê Îlonê de roja destpêka projeyê de li taxa ku piranî Elewî lê dijîn a Tuzluçayîrê bi şêwazekî demokratîk xelkê taxê û rêxistinên sivîl proje di roja temelê wê hat danîn de prodesto kirin.
Li beramberî vê polîsan tund êrîşî girseyê kir. Tax ji gazê tejî bû, camê malan û cihê kar hatin şikandin , her wiha bi dehan kes birîndar bûn.”
Atak bal kişan ser polîtîkayên li ser baweriya Elewitiyê û daxwazê wan yên ji nedîtî ve tên û da diyar kir ku, ev projeya tê çêkirin azadiya baweriyê binpêdike û wiha berdewam kir: “ Tişta ku Elewiyan aniye ziman tişta herî bingehîn ya demokrasiyê û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê di vê Elewitî bê naskirin, Cemxane di zagonê statûya îbadetê bigre, navên cihên ku lê dijîn bên sererastkirin û divê înşaatên misgeftan yên li taxên Elewiyan bêne rawestandin.”
Akat di pêşniyarnameyê de destnişan dike ku, gûmanên di derbarê valekirina naveroka Elewîtî û asîmîlekirina wê her ku diçe zêde dibe û ev tişt anîn ziman: “Heya roja me ya îro ji ber feraseta tune hesibandin, asîmîlasyonê û îdeolojiya fermî ya dewletê Elewî û Elewîtî tune hatine hesibandin. Wek hemwelatiyên wekhev divê mafê wan di makezagonê de û di civakekî demokratîk de bê bicih kirin. Ji ber vê pêwîste Cemxane weke cihê îbadetê di zagonan de bê bicih kirin, meclis lêkolîn bike û rêya çareseriyê peyda bike.”