Başûrê Afrîkayê wek bombeyeke ku ji teqînê re amade ye

Başûrê Afrîkayê wek bombeyeke ku ji teqînê re amade ye

Lîderên du sendîkayên yên ji Elmanya û Swêdê bi armanca ku şert û mercên karkerên çandiniyê yên Başûrê Afrîkayê ji sendîka û şîrketên ku li wir şerabê difroşin re vebêjin hatin, diyar kirin ku di jiyana xebatê ya li welatên wan de cînayet, xizanî, pevçûnên di navbera sendîka û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) de pevçûn didomin û  Başûrê Afrîkayê şibandin bombeyeke ku ji bo teqînê amade ye.

Serokê Federasyona Karkerên Çandiniya Başûrê Afrîkayê (CSAAWU)  Trevor Christians û Cîgirê Serok Karel Swart, destpêkê bi rêveberê sendîkayên Swêd û piştre jî bi rayedarên  şîrketa Systembolaget a ji Başûrê Afrîkayê şerabê îthal dikin re hevdîtin kir.

Ji şîrketên Başûrê Afrîkayê ku rayedarên Systembolaget şerabê digirin, daxwaz kirin ku der barê xebatkarên şîrketê de ji bo mafê wan bikin bi ewlehiyê xwestin li gorî peymana navneteweyî tevbigerin.

NEWEKHEVIYA CIVAKÎ ZÊDE YE

Li Başûrê Afrîkayê di salên 90’î de piştî ku rejîma ‘aparheîd’ a nîjadperest hilweşiya şûnde reşîk li ser kaxizê wekhev hatin hesibandin lê veguhertinên civakî pêk nehatin û ji ber ku nikarin dest bidin malên xwediyên axê û kapîtalîstan newekheviya di navbera çînan û cudahiyan de zêdetir bû. Başûrê Afrîkayê ku polîtîkayên Neo-Lîberal dişopîne, veguherî yek ji welatên herî zêde lê newekhevî zêde bûye.

Li Stockholmê bi hevdîtinên ku bi sendîkayan re hatiye kirin de Trevor Chrîstîans der barê şert û mercên xebatkarên çandiyê de  axivî û diyar kir ku newekheviyek mezin heye û got ku ji sedî 87’ê eraziyan di destê 35 hezar cotkarê spî de ye. 

TÊKILA KOLE-EFENDÎ DIDOME

Chrîstîans da zanîn ku di çandiniyê de hê têkiliya kole-efendî didome û got ku du sal berê di sektora çandiyê de grevên mezin çêbûne û ev grev bi armanca ku nerazîbûnên xwe yên li dijî maaşên ku digirin pêk anîn. Chrîstîans diyar kir ku çalakgeran daxwaz kir ku heqdestê wan ji 65 Rand’ê derkeve 150’yî û her du alî jî li ser 105 Rand (7 Euro) li hevkirin.

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN VEGUHASTINE

Chrîstîans diyar kir ku karkerên l cihên wekê Kapstaden, Kannaland, Langeberg, Ouerborg û Cape Metro  pirsgirêka veguhestinê dijîn û got ku ji ber ku wesayîtên veguhastina komî tune neçar dimînin taksî an jî otobusekê kirê bikin.

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ ANC’Ê ZÊDE BÛN

Chrîstîans destnîşan kir ku got ku karkerên Swêdê bi alîkariyên ku berhevkirin re ji bo karkeran 35 bisîklet kirîne û got: “Başûrê Afrîkayê niha wek bombeyeke saetê ye. Tevgera sendîka bi fikare. ANC di hilweşînê de ye. Li dijî ANC’ê bi armanca ku bersivê nadin bendewariyên xizanan nerazîbûn zêde dibin.

KARKER SENDÎKAYÊN TÊKOŞER AVA DIKIN

Karkerên nerazîbûn nîşanî sendîkayan dan ber bi rêxistinên nû çûn û di sektora sanayiyê de sendîkaya Numsa, di sektora madenê de Amcu ava kirin û vê di navbera karkeran de rê li ber nakokiyan vekir.