Baryana muzîkjen a ciwan, li pey şopa xeyalên xwe ye

Baryana Sîdo ku li kampa Serdem a Şehbayê dimîne, li gor şert û mercên koçberî û zehmetiyên herêmê li pey xeyalên xwe yên muzîkjeniyê dibeze.

Baryana Sîdo ji gundê Çolaqa yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye, niha li Şehbayê koçber e. 16 salî ye. Ji zarokatiya xwe ve li pey xeyalên xwe yên muzîkjeniyê ye da ku rojekê bibe hunermendeke navdar. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe li ser herêma Efrînê bû bend li ber xeyalên Baryanayê. Piştî koçberiya xelkê Efrînê 18’ê Adara sala 2018’an Baryana Sîdo li Şehbayê bi cih dibe ta ku bi xelkê xwe re li berxwedana dewam bike û bi serbilindî vegere Efrînê.

Baryana Sîdo li ser destpêka gavên xwe yên muzîkjeniyê wiha axivî: ‘’Ji ber ku di nav malbateke hunermend de dijîm; bav, xwişk û birayê min stranbêj û muzîkjen in, min hez ji huner û muzîkê kir. Li ber ku biçûk bûm û diçûm dibistanê min nekarî zêde bi pêş ve biçim. Lê piştî koçberiya me li Şehbayê, min cihê xwe di koma zarokan de girt û di wir de min stran gotin. Di wir de min hez ji gîtar kir.’’ 

‘MIN ZINCÎRÊN KOÇBERIYÊ QETANDIN’  

Baryanayê bi dewamdarî wiha got: ‘’Dema min hez ji gîtar kir, derfeta min a ez hînê lêdana wê bibim  nîn bû. Lê ji ber xwişka min muzîkjen û mamosteya kemanê ye û li Şehbayê waneyên kemanê dide, êz hînê lêdana kemanê bûm. Kesê hînê lêdana kemanê bibe, dikare hînê lêdana her amûra bi têl bibe. Min gîtarek ji xwe re peyde kir û bi rêya korsên înternetê xwe hînê lêdana gîtar kir. Bi israra xwe min zincîrên koçberiyê qetandin û hêdî hêdî zêdetir hînê lêdana keman û gîtar dibim.’’

‘DI ÇANDA HÎLALA ZÊRÎN DE ENDAMEKE SEREKE ME’ 

Baryana Sîdo diyar kir ku wê bi rêya perwerdekirina xwe bi xwe û bi alîkariya malbata xwe, di nava Saziya Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê de bûye endameke sereke û axaftina xwe bi van gotinan qedand: ‘’Niha ez li Şehbayê di nava komên Hîlala Zêrîn de li keman, gîtar û defê didim û min hêvî ew e ku xwe hêj zêdetir bi pêş ve bibim û bigihîjim armanca xwe.‘’