Bahoza Wîpha xeteriya nukleerî zêde kir

Bahoza Wîpha xeteriya nukleerî zêde kir

Li Japonyayê, Santrala Fûkûşîma ku bi xerabûna reaktoran a ji ber erdheja Adara 2011'an re veguherî xeteriyeke nukleerî, ji ber bahoza Wîpha dîsa ket rojevê.

Tê gotin ku bi bandora bahozê re xeteriya nukleerî ya li santralê bilind bûye.

Kargeha ji Fûkûşîma berpirsyar TEPCO got, "Di encama barana dijwar a ji ber bahozê, axa li derdorê şemitî nava çalê û em di wê baweriyê de ne ku vê pirsgirêk xeteriya nukleerî zêde kiriye."

TEPCO'yê beriya bahoza Wîpha dabû xuyakirin ku wan hemû tedbîrên pêwîst wergirtine.