Aygûl Bêrîvan Aslan ji bo meclisa Avûstûryayê hat hilbijartin
Aygûl Bêrîvan Aslan ji bo meclisa Avûstûryayê hat hilbijartin
Aygûl Bêrîvan Aslan ji bo meclisa Avûstûryayê hat hilbijartin
Hilbijartinên Avûstûryayê du bi serkeftina sosyal demokratan bi encam bûn. Jina Siyasetmedara Kurd Aygûl Bêrîvan Aslana ku di lîsteya Keskan beşdarî hilbijartinê herêma Tirolê bûyî bi serket.
Di hilbijartinên ku duh li Avusturyayê çêbûyîn û 6 milyon hilbijêr çûyîn li ser sindoqên dengdanên hilbijartinên giştî de bi parvekirina partiyan bi encam bû.
Partiya Sosyala Demokrat (SPO) ji sedê 26 deng û Partiya Gela Avûstûryayê (OVP) ji sedî 24 deng stand, Partiya Azadiya Avûstûryayê ya zê de rastgir (FPO) ji sedê 4 rêjeya dengê wê zêde bû û ji sedê 22 deng anî.
Li rexmê ku Partiya Keskan ji sedê 11 deng anîn jî SPO û OVP ya ku 7 salin hevkarên hevên desthildariyêye disan li ser avakirina hikûmetê hakime. 13 siyasetmedarên koka xwe Tirk û Kurd di partiyên cuda de beşdarî hilbijatinan bûyîn de bi tenê ev navên henê bi serketin.
Ji keskan Aygul Bêrîvan Aslan û Alev Korun, ji SPO' yê Nûrten Yilmaz.
Li Eyaleta TirolêAygûl Bêrîvan Aslan ji keskan di rêza sêyemin de beşdarî hilbijartinê bibû. Aslan ji aliyê Federesona Komela Kurdan a Avûstûryayê(FEYKOM) ve di hat piştgirî kirin. Aslan 32 salî ye û li zangoya Innsbruckê ji beşê siyasetê mezûm bûye.
Aslan ji sala 2007’an ve berpirsyartiya entegrasyona Mafê Mirov û jina dikir. Aslan demek dirêj li navenda penaberan a Tirolê şêwirmendiya karê hiqûqî û civakî dikir.
.