Avakarê Hunerkomê Hozan Sefkan hat bibîranîn

Hunermend Hozan Sefkan (Celal Ercan) ku yek yek ji avakarê Huner Komê bû, di 34’emîn salvegera şehadeta wî de li Kolnê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Yek ji avakarê Huner Komê, Hozan Sefkan li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Kolna Elmanyayê bi merasînekê hate bibîranîn.

Merasîma bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftina Hozan Şemdîn dewam kir. Piştî wê hevserokê TEV-ÇAND’ê hunermend Bulent Tûran axivî û bal kişand ser kesayetiya hunermendên şoreşger Hozan Sefkan û Hozan Mizgînê.

Tûran got, "Van pêşengên me, di avabûna Huner Komê de cih girtin. Çûn welat. Ango çawa bawer dikirin, çawa digotin wisa dijiyan jî. Di bin banê NÇM’ê de Alî Temel û Abdulmelîk Şêxbekir ji me re bûne mînak û pêşeng. Dîsa bi dehan hunermendên şopdarên wan, li çiyayên Kurdistanê xwe feda kirin, şehîd bûn. Têkoşîna wan li dijî qirkirina çandê sekn û helwesteke çandê ye. Van pêşengan nîşanî me dan ku bêrêxistinî têkoşîna çandê nayê dayîn.”

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî bal kişand ser kesayetiya hunermendên şoreşger û mînakên ji jiyan û têkoşîna Hozan Sefkan, Xelîl Dag û bi dehan hunermendan dan.”

Piştî wê hevalên Hozan Sefkan ên hunermend axivîn û bal kişandin ser kesayetî, têkoşîn û rista wan a hunerê û divêtiya çand û mîrateya wan.

Di merasîmê de sînevîzyoneke ku jînegariya Hozan Sefkan vedibêje hat nîşandan û stranên wî hatin strandin.

HOZAN SEFKAN KÎ YE?

Hozan sefkan, sala 1960’î li gundê Laleşoxa yê navçeya Çemişgezek a Dêrsimê ji dayik dibe. Di Sala 1978’an Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê qezenc dike û li Amedê Tevgera Azadiya Kurd nas dike, di asta berpirsyariyê de di nav xebatan de cih digire. Piştî demeke ku li Lubnan û Filistinê mayî, diçe Dêrsimê û di şert û mercên dijwar ên 12’ê Îlonê de şoreşgeriyê dike. Di sala 1982’an de tê Ewropayê û li vir Huner Kom û Koma Berxwedan ava dike. Havîna 1984’an dîsa car din derbasî welêt dibe. 16’ê Nîsana 1985’an di encama komployeke Partiya Komunîst a Iraqê de bi 7 hevalên xwe ve şehîd dibe.