Asayîşa Silêmaniyê xwe li fîlmê li ser jiyana Cansiz ranegirt

Li Sînemaya Salim amadekarî dihate kirin ku fîlmê li ser jiyana Sakîne Cansiz (Sara) were nîşandan, lê asayîşa Silêmaniyê deriyê sînemayê girt.

Rêveberiya sînemaya Salim ragihand ku îro hêzên asayîşa giştî ya Silêmaniyê ketina nava sînemayê û bêyî ku belgeyekî fermî nîşan bide, deriyê sînemayê girt.

Rêveberiyê diyar kir, girtina deriyê sînemayê di demekê de ye ku amadekarî dihate kirin fîlmê li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz (Sara) were nîşandan.

Rêveberiya sînemayê ragihand ku beriya çend rojan asayîşa Silêmaniyê beyî ku belgeyekî fermî nîşan bide ji wan re gotiye 'nabe ev fîlm were nîşandan'.

Rêveberiya sînemayê wiha jî got; "Lê ev fîlm bi awayeke fermî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê ve hatiye pejirandin. Ev sînordarkirina azadiyê ye, lê ew nikarin destwerdanê li îradeya me bikin. Ev di heman demê de astengî ji hunera rasteqîne re ye. Em ê li hember vê bêdeng nemînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, duh jî ji ber belavkirina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê endamên ciwanên welatparêz ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn destgîrkirin.