Artêşê derdora Mûrsî dorpêç kir, muxalif pîrozbahiyan dikin

Artêşê derdora Mûrsî dorpêç kir, muxalif pîrozbahiyan dikin

Artêşa Misrê piştî ku wextê dabû Serokkomarê Misrê Muhammed Mûrsî qediya tank û leşker şandin kolanên Qahîreyê. Artêşê qesra ku Mûrsî têde ye dorpêç kir û li tevayî rêyên tên qesrê bend danîn.

Televîzyona El Cezîre, ragihand ku tevayî alîkaran Mûrsî terk kiriye û tenê maye.

Artêşê beriya dorpêçkirina qesra Serokkomariyê der barê Mûrsî, hin rayedarên asta bilind a hikûmetê û lîderên rêxistina Birayên Misliman de derketina derveyî Misrê qedexe kir.

Leşkeran, alîgirên Mûrsî yên li cem Zanîngeha Qahîreyê kom bibûn jî dorpêç kir. Hat ragihandin ku li derdora zanîngehê hem alîgirên Mûrsî û hem jî muxalif bi daran digerin.

Her wiha muxalifan li Qada Tehrîr dest bi pîrozbahiyan kirin. Piştî hat bihîstin ku qesra Mûrsî ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin girseya qelebalix a li Tehrîr dijberî Mûrsî û birayên Misliman de dirûşmayan dibêjin û piştgiriya xwe ya ji artêşê re tînin ziman.

Li gelek herêmên bajêr jî bi sedhezaran mirovên derketine kolanan piştgiriyê didin pîrozbahiyên li Tehrîrê.

Muhammed Mûrsi, hema piştî wextê ku artêşê dabûyê qediya ku banga “Yekîtiya raman û avakirina hikûmeteke koalîsyonê" kiribû hem ji aliyê artêşê û hem jî ji aliyê muxalefetê ve nehatibû qebûlkirin.