Altay: JÎTEM Komara Tirkiyeyê bixwe ye

Altay: JÎTEM Komara Tirkiyeyê bixwe ye

3'mîn Rojên Belgefilman ên Mafên Mirovan ku ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê tê lidarxistin destpê kir. Her sal li Tirkiyeyê di mijara mafên mirovan de gelek pirsgirêk derdikevin holê û bi belgefilman ev mijar tê rojevê.

Îsal belgefilm bi mijarên wekî kiryar nediyar, winda, rû bi rû bûna bi paşerojê, koçberiya bi darê zorê, çandên ku ber bi windabûnê ve diçin, têkoşîna li hemberî HES'an, cudakariya zayendî, mafê zimanê zikmakî, zewaca zarokan, sineta jinê, kevneşopiyên paşverû ya li hemberî jinê û bûyera ku hêj berpirsên vê nehatî dîtin Roboskiyê dê derkeve pêşberî welatiyan. Di herikîna bernameya rojên belgefilman de; belgefilma derhêner û aktîvîstê mafên mirovan Veysî Altay ya bi navê Faîlî Dewlet hat pêşandan ku di belgefilmê de Altay berê kadraja kameraya xwe dide ser xizmên windahiyan ên Cizîra Botan. Şahidên wan rojan behsa terora li hemberî sivîlan ya ku ji aliyê rayedarên dewletê û cerdevanên dewletê de hatine kirin vedibêjin. Belgefilm di çarçoveya FilmAmedê de lî Amedê jî hatibû pêşandan. Piştî pêşandan belgefilmê derhêner Altay bi beşdaran re guftûgoyek pêk anî.

3'mîn Rojên Belgefilman yên Mafên Mirovan ku ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê li Navenda Çanda Fransî tê lidarxistin rastî eleqeyeke mezin tê. Di çarçoveya bernameyê de belgefilma "Min rastî nivîsand" yê Ersin Çelîk ku li ser bûyerên Licê yên salên 90'î hatine kişandin, belgefilma Mizgîn Mujde Arslan a bi navê 'Ez Firiyam Tu Ma Li Cih', belgefilma Rodî Yuzbaşi ya bi navê 'Maya' û belgefilma Veysî Altay ya bi navê 'Faîlî Dewlet' hat pêşandan.

Piştî pêşandana 'Faîlî Dewlet' Altay bi beşdaran re li ser belgefilma xwe axivî. Altay diyar kir ku, li bakûrê Kurdistanê bi destê dewletê komkujî pêk hatine û wiha axivî: "Heke ku mirov ji van komkujiyan re bêje kiryar nediyar ev şermeke mezine. Ji ber ku bi awayekî vekirî dewlet ev pêk anîn. Komkujiyên pêk hatin projeyên dewletê bûn, li Enqereyê biryarên wan dihatin girtin û li Kurdistanê jî dihatin pratîzekirin. Xizmên windayan ji ber vê yekê tim îşkenceyeke psîkolojîk ê sîstematîk dijîn."

Derhêner Veysî Altay destnîşan kir ku, ew dê ji niha pê ve jî bi xebatên cur bi cur kirinên qirêj ên dewletê yên li hemberî civakê raxin berçavan û dê vê belgefilmê wergerînin gelek zimanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi vê xebatê dixwazin ku mirov komkujiyên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin bibînin." Li ser pirsa; "JÎTEM çi ye?" Altay bersiva: "JÎTEM li gorî min Komara Tirkiyeyê bi xwe ye" da.