Alî Jiyan albuma ‘Arîn Mîrkan’ a derxistî diyarî Arîn Mîrkan û Kasim Engîn kir

Albuma nû ya Alî Jiyan a ‘Arîn Mîrkan’ ku gotin û muzîk ê wî bi xwe ne ji 12 stranan pêk tê.

Alî Jiyan ê solîtê Koma Agirê Jiyan tê nasîn, cara yekê ye ku albumekî bi tenê amadekirî pêşkêşî guhdaran kir. Hunermend ê sala 1975’an li Stenbolê hatiye dinê, bi eslê xwe ji Gêxî ya Çewligê ye. Hunermend Alî Jiyan karê xwe yê hunera muzîkê di bin sêwana Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) destpê kir û demeke dirêj solîstiya Agirê Jiyan ê her kesê hez jê dikir, kiriye. Albuma yekem a Agirê Jiyanê Adara 1996’an derekt. Piştre jî albumên bi navê Helîn, De Were û Aştitî’ derketin û rengek cihê da muzîka Kurdî.

Alî Jiyan li gel xebatên albumê ya li gel komê di nava gelek muzîk û projeyên din de jî cihê xwe girt.Di projeya hevpar ku Jiyan têde cih girt ji bo bîranîna Ahmet Kaya ‘Dînle Sevgîlî Ulkem’ heye. Alî Jiyan di vê projeyê de berham ‘Başim Belada’ (Serê min li belayê ye’ dibêje.

Alî Jiyan niha li Elmanyayê dijî. Hunermend Jiyan diyarî Arîn Mîrkan a bû sembola berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ya li Kobanê û Kasim Engîn. Album ji 12 berheman pêk tê. Produktoriya albumê Arzû Polatî, derhêneriya muzîkê jî Huseyîn Çîftçî û aranjoriya wê jî Huseyîn Çîftçî li gel Mazlûm Rewşen kiriye.

Di albumê de li gel strana Arîn Mîrkan, berhemên bi navê Kurdim Ez, Newroz, Lo, Dûrim ku gotinê wê yên Wezîr Demir e pêk tê. Navê hemû berhemên di albumê de cih digirin wiha ne: Arîn Mirkan, Kurdim Ez, Newroz, Royê Mi, Kavirê Min, Tarîya Şevê, Dem Şêrîne, Lo, Dûrim, Koyê Dersim Berxwedan Jiyane ve Potporî

Navê muzîkjenên din ên keda wan di albûmê de hene jî wiha ne: Mastering Rheinhard Topaz; drum&percusion Murat Bakrak; bass, western, nylon, clean gitar Mazlum Rewşen; elektro gitar Gursoy Tunç (Newroz); elektro piano, piano Memduh Tekkal; tembûr Mazlum Rewşen&Ali İkizer; (Demme) mey&zirne Kemal Ceylan; bilûr Yasin Boyraz; ney Eser Gul; saxsafon Serdar; flute Ali Koç; tulum Emrah Oğuztürk (Arîn Mîrkan-Dudik, Demme-Bilûr); strings Istanbul Strings; bernameya kompîterê (loops, synth, effekt) Mazlum Rewşen; vokals paziyok Harun Ataman, Hiphop Serhado, Bülent Turan, Xezal, Nûdem, Ali İkizer.