Albûma 'Apo Newroz e' derket

Albûma 'Apo Newroz e' ya Koma Cûdî derket ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin.

Albûma 'Apo Newroz e' ku Koma Cûdî demeke dirêj bû amadekarî jê re dikir û berhema karekî kolektîf e, hate weşandin.

Ji bo albûma 'Apo Newroz e' ji Rojava, Ewropa, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê piştgirî û nêrîna nivîskar, rewşenbîr û hunermendan hate wergirtin.

Gotinên her berhemenê yên hunermendekî ne. Qeyda albûmê li Studyoya Orkêş a li Amûdê hate kirin. Gotinên strana 'Apo Newroz e' ya Ednan Îbrahîm e, muzîka wê jî ji aliyê Şivan Cizîrî û Baran Dilbihar ve hatiye amadekirin.

Di albûma 'Apo Newroz e' ev berhem hene: Çiyayê Cûdî, Çiya li deştê kir, Kewê gozel, Desmala govendê, Mizgîna azadiyê, Destanê Êzidxanê, Avaşîn, Lehengên Botanê, Mamiz û Ho reşo, dara li homê.