Agirbesta mehekê ya FARC'ê di meriyetê de ye

Agirbesta mehekê ya FARC'ê di meriyetê de ye

Li Kolombiyayê, agirbesta mehekê ya gerîlayên FARC'ê ku bi awayekî yekalî îlan kir, ji duh ve di meriyetê de ye. Hevdîtinên aştiyê yên li Havanayê jî, ji ber ji jiwezîfegirtina şaredarê çepgir ê paytext Bagotayê, bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.

Rayedarên FARC'ê ji paytexta Kuba Havanayê ku lê hevdîtinên aştiyê bi hikûmeta Kolombiyayê re tê kirin bang li hemû komên xwe yên çekdar kiribû ku mehekê li gorî agirbesta yekalî tevbigerin.

Tevî agirbest û hevdîtinên aştiyê yên FARC'ê, artêşa Kolombiyayê ragihand ku li Başûrrojavayê welêt li Caûca operasyon kiriye.

Tê gotin ku di encama operasyonê de gerîlayekî FARC'ê jiyana xwe ji dest daye.

Rayedaran îdîa kirin ku gerîlayê mijara gotinê par li Bagota li hemberî wezîrekî berê êrîşek organîze kiriye. Rayedaran her wiha îdîa kirin ku heman gerîla di nava amadekariya çalakiyeke din debû.

Hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmetê û FARC'ê, ji ber ji jiwezîfegirtina şaredarê çepgir ê paytext Bagotayê Gûstavo Petro ku gerîlayekî berê yê Tevgera M-19 bû, bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.

FARC'ê diyar kir ku vê helwesta hikûmetê derbe li serxwebûna hiqûqê û pêvajoya aştiyê xistiye. Her wiha weke êrîşek li hemberî avakirina demokrasiyê hat binavkirin.

FARC'ê, jiwezîfegirtina şaredarê Bagotayê weke xiyaneta hikûmetê bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku ev yek bi armanca sabotekirina hevdîtinên niha dewam dikin, hatiye kirin.