Afrîka li dijî eboleyê bê çare ye

Afrîka li dijî eboleyê bê çare ye

Tedbîrên li dijî nexweşiya Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê belav bûye, encamê nagire. Heta niha 4 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine û fikar heye ku ev nexweşî di rojên pêş de li hezaran kesî belav be.

Li Lîberya, Gîne, Sîerra Leone bi giştî 4 hezar kes bi nexweşiyê  ketin û 2 hezar û 100 kes jî mirin. Li Nîjerya û Komara Kongo ya Demokratîk jî bi dehan kes mirin. Ji bo nexweşên bi vîrusa ebola ketine bên rizgarkirin doktor di nava hewldanê de ne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyaniyek da û got wê di rojên pêş de nexweşî belav be. Li gorî WHO’yê  hejmara kesên bi nexweşiyê ketine dê di sê hefteyê pêş de zêde bibe.

WHO da zanîn ku vîrus bi taybet li Lîberyayê êdî nayê kontrolkirin û ji ber vê sedemê jî divê alîkarî herî kêm 3-4 kat bê zêdekirin û diyar kir beriya ku vîrus li welat belav be ji bo her 100 hezar kesî doktorek diket û gelek doktoran jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku ji ber kêmasiya kapasîteya nivînan gelek kes li malên xwe hatin dermankirin.

DYA, BRÎTANYA Û YEKITIYA AFRÎKAYÊ PERSONELÊ TIBÎ DIŞÎNE

Tedbîrên ku heta niha li dijî vîrusa ebola hat girtin, kêm man. Serokê DYA’yê Barack Obama diyar kir ku tedbîrên li dijî eboleyê kêm mane.

Pentagon jî diyar kir ku wê li Lîberyayê nexweşxaneyeke qada leşkerî ava bikin.

Brîtanyayê jî da zanîn ku dê li Sîerra Leone navendeke dermankirinê ya ji 62 nivînî pêk tê ava bike. Li navendê dê li 12 nivîn ji bo  xebatkarên tenduristiyê bê avakirin.

Li paytexta Addîs-Adeba ya Etîyopyayê jî civîna ku pêk hat, nexweşiya ebola girt dest. Biryar hat girtin ku ekîbeke pispor a ji 200 kesî pêk tê bişînin herêmê.

Her wiha li Sîerra Leone di navbera 19-21’ê Îlonê de derketina kolanê bê qedexekirin û xebatkar dê derî bi derî bigerin û nexweşan tesît bikin.

Komara Kongo ya Demokratîk jî li herêma Euquateur dibistan duh girtî bûn. 

EBOLA YA HERÎ GIRANE

Vîrusa ebola ku yekem car di 1976’an de li Kongoyê hat dîtin, navê xwe ji Çemê Ebola ya welat digire. Heta îro gelek caran nexweşiya ebola derketiye holê, lê cara yekem e ku ev kes ji ber vê nexweşiyê dimirin.