Aba: Kurdî paşeroja me ye

Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurd Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li qada cemaweriyê axivî û got, "Paşeroja me bi dewamiya zimanê Kurd ve girêdayî ye."

Zext û zordariya li ser Kurdî dewam dikin, lê di heman demê de gelê Kurd jî ji bo pêşvebirina zimanê xwe û statuya wê ya li qada cemaweriyê, karê xwe zêde dike. Platforma Zimanê Kurd ku ji partî û saziyên Kurdan pêk tê, yek ji vî karî ye. Platform bi beşdariya pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (KDP-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (KDP-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Mirov û Partiya Azadî pêk tê, ji sala 2018'an ve ji bo pêşketina zimanê Kurd li qada hiqûqî, civakî, siyasî, aborî û çandî kar dike.

Ji berdevkên platformê Vahît Aba li ser girîngî û bikaranîna Kurdî ji ANF'ê re axivî.

Aba destnîşan kir ku ziman ji bo neteweyekê her tişt e û bi bîr xist ku têkiliyên neteweyî bi rêya ziman tên danîn. Aba diyar kir ku yek ji cudahiyên herî girîng ên neteweyan ziman e û ragihand ku cudahiya herî mezin a Kurdan ji neteweyên din jî zimanê Kurdan e.

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ

Aba diyar kir ku Kurd zimanê xwe ji dest bide wê taybetmendiyên xwe yên neteweyî jî ji dest bidin û ev nirxandin kir: "Em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê li dijî Kurdan tê meşandin. Mînak di destpêka sedsala 19'an de li Stenbolê bi sed hezaran Kurd hebûn ku xwe ji neteweya Kurd didîtin. Lê belê îro ji ber asîmîlasyonê malbatên Kurd xwe Kurd nabînin.

Di heman demê de li Sêwas, Meletî, Dîlok û Erzîromê Kurdîtî hîn bêhtir li pêş bûn. Lê niha mixabin rêjeya Kurdan a li van bajaran kêm bûye. Ev yek ji ber bandora asîmîlasyonê ye."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'

Aba rexne kir ku hin Kurdan zimanê xwe ji bîr kirine, xwe weke neteweyê jî nabînin û got, "Ziman di nava nasnameya neteweyan de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê dewlet ji bo vê têk bibe û tune bike bi sedan sal in asîmîlasyonê dike. Ji xwe polîtîkayên asîmîlasyonê jî ji bo Kurd û Kuridstanê polîtîkayên têkildarî biryarên siyasî ye. Ji ber ku vê dewletê axaftina bi Kurdî bi salan qedexe kir û ceza kir. Her timî nexwest ku zimanê me bibe xwedî statuyekê. Ferz kirin ku li her derê bi Tirkî bê axaftin. Ji ber vê yekê siyasetmedarên me jî zanyarên me yên ziman jî her ferdekî Kurd jî divê xwedî li zimanê xwe derkevin.

Platforma me ev rewş baş analîz kir û dît ku polîtîkayên asîmîlasyona siyasî ya li ser zimanê Kurdî ji bo tunekirina zimanê me ye. Em siyasetmedarên Kurdistanî jî ji bo pêşvebirina zimanê Kurd divê bibin mînak. Bi axaftina bi Kurdî, bi têkoşîna li dijî polîtîkaya qirker a li ser Kurdî em dikarin bibin mînak. Ji bo vê jî çi ji destê me tê em dikin."

'KURDÎ DIVÊ LI HER QADÊ BÊ BIKARANÎN'

Aba destnîşan kir ku divê Kurdî li qada cemaweriyê hîn bêhtir bê bikaranîn, weşanên Kurdî bên zêdekirin û got, "Eger ziman li qada cemaweriyê neyê bikaranîn bi pêş ve naçe. Ji ber vê yekê divê em zimanê xwe li nava kolanan, li her derê bi rengekî çalak bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî rêveberiyên xwecihî û saziyên mîna wan dema ku xizmetê dikin, divê xizmeta bi Kurdî û axaftina bi Kurdî jî bixin rojeva xwe.

Kurdî divê bibe zimanê sereke. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê divê em xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin. Ji bo parastina Kurdî divê em weşanên Kurdî û karên din ên nivîskî hîn zêde bikin. Ji ber ku paşeroja me bi parastina Kurdî ve girêdayî ye."