Beriya şoreşê, kurdên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nedidîtin, qedexe bû ku fikir û hestên xwe bi kurdî binivîsin; li malê tenê dikaribûn bi dizî bi zimanê dayika xwe biaxivin. Bi şoreşê re perwerdehiya zimanê zikmakî hate xurtkirin û di demeke kin de ji bo wêjeya bi zimanê dayikê gav hate avêtin.
Komîteya Wêjeyî ya ku peyvên kevnar ên Kurdan berhev dike, bi perwerdehiya portre û wêjeya şehîdên Şoreşa Rojava re mijûl dibe, di nirxandina pirtûkên bi Kurdî û Erebî de jî xebatek dimeşîne. Xebatên ku bi demê re berfireh dibin, weke Dîwana Wêjeyê, Weşanxaneya Şîlêr, Şopdarê Rojê, Mezopotamya, Kovara Şermola û Pirtûkxaneya Amara ya sala 2021’yan hatine dabeşkirin. Dîwana Wêjeyê ji sala 2016’an ve li gorî ragihandina şoreşê ji cîhanê re bi rêya wêjeyê tevdigere.
NIRXANDINÊN PIRTÛKAN TÊN KIRIN
Dîwana Wêjeyê di gelek waran de piştgirî dide komîteyên ku ava kirine. Ji bilî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneya Dîwana Wêjeyê ku di sala 2021’yan de li Kobanê hate avakirin, di perwerdekirina nivîskarên nû de roleke mezin dilîze.
Dîwan bi piranî pirtûkên hatine nivîsandin dinirxîne. Dîwana Wêjeyê ya ku gelek pirtûkên bi helbest, çîrok, mijarên dîrokî, olî û tibbî tê de cih digirin, li gorî mijarê dê bên yekkirin. Dîwana Wêjeyê ku ji aliyê pisporan ve pirtûkên wêjeyî û zimanî dinirxîne, bersivê dide daxwazên Kurd û Ereban. Sazî û rêxistinên ku bi şoreşê re hatine avakirin, bi berçavgirtina rêgezên civakî û wêjeyî û nirxandina pirtûkên ku ji aliyê kesayetên naskirî ve hatine şandin, digihêje encamê. Pirtûkên ku ne li dijî civak û wêjeyê bin têne pejirandin.
JI BO JIYANEKE WÊJEYÎ PÊŞENGÎ KIRIN
Hefteya Wêjeyê ku ev du sal in tê lidarxistin û biryar e her sal bê lidarxistin, organîze dike. Di Hefteya Wêjeyê ya 6 rojan de beşên çîrok, helbest û romanan tên xwendin. Her wiha li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê semîner û panel tên lidarxistin.
JI BO PROJEYÊ ZAROKAN PÊŞENGÎ KIRIN
Ya din jî projeyên zarokan e. Dîwana Wêjeyê ku îdia dike, ji bo nifşekî nû li ser hîmên rast mezin bibe pêwistî bi çavkaniyên nû, rast û pê bawer heye, giraniya xwe dide perwerdeya zarokan. Ew li ser pirtûkên zarokan radiweste, da ku zarokên ku bi şoreşê mezin dibin hem di aliyê tenduristî, hem jî di aliyê civakî û çandî de li ser bingehên rast mezin bibin.
KOVARA DESTAR
Beşa dawî ya ku Dîwana Wêjeyê girtiye, Kovara Destar e. Kovara ku xwedî nirxên netewî ye, her çiqas li Bakurê Kurdistanê derdikeve jî, her sê mehan carekê li Rojava tê çapkirin. Her wiha Kovara Destar ku hejmara wê ya 7’an li Rojava derdikeve, digihîne ber destê gel.
NEGIHÎŞTINE CIVAKÊ
Endamê Rêveber ê Meclisa Wêjeyî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê jî wiha got: “Em nikarin bibêjin ku beriya şoreşê wêje tunebû, lê belê mirov dikare bêje ya ku heyî ne ya civakê bû. Dema mirov li pirtûkên wêje yên kevin binêre, yekser tê dîtin ku pênûs çiqasî bi hêz e, lê hemû li ser kaxezekê mane, zelal nebûne û ji civakê re nehatine ragihandin. Piştî şoreşê nivîskar azadiya xwe bi dest xistin. Dikaribû bi serbestî biaxive, binivîse û çap bike. Bi taybetî dikaribû bi kurdî binivîsanda. Derî vekirî bûn. Hevgirtin pêş ket. Şoreşê kedeke mezin da pêşketina wêjeya kurdî. Em jî hewl didin wêjeya şoreşê ava bikin.”
WEŞANXANEYA ŞOREŞÊ: ŞÎLÊR
Weşanxaneya Şîlêr di sala 2017’an de hatiye vekirin. Bi zêdebûna hejmara nivîskarên Rojava re, pêdiviyeke wiha derket holê. Beriya weşanxaneyê pirtûk dihatin weşandin, lê weşanxaneyek ku hemû nivîskaran hembêz bike tune bû. Bi vebûna Şîlêr re bû navnîşana nivîskarên ku bi kurdî dinivîsandin. Ev weşanxane ji bo nivîskaran yekemîn bû. Tevî ku pirtûkên li Bakur û Başûrê Kurdistanê lê têne çapkirin jî, anîna wan bo Rojavayê Kurdistanê ne ew qas hêsan bû. Bi vebûna Şîlêr re rêjeya nivîsandina bi kurdî hîn zêdetir bû. Weşanxaneyê di nava 6 salan de 325 pirtûk çap kirin. Ji bilî pirtûkên kurdî, bû navendeke nivîskarên Ereb jî.
Weşanxane ji sala 2020’an ve klasîkên Îngilîzî, Îtalî û Spanyolî werdigerîne Kurdî û balê dikişîne ser Şoreş û berxwedana Rojava. Di heman demê de Navenda Wergera Mezopotamya ya Rojava jî pirtûkên hilbijartî werdigerîne.
Her çiqas pirtûkên ku piraniya wan di Çapxaneya Şehit Herekol de tên çapkirin jî ji ber şert û mercên herêmê nayên tercîhkirin û li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî ji bo çapkirinê tên şandin
GIRSEYA XWÎNER ESAS TÊN GIRTIN
Endama Rêveberiya Weşanxaneya Şîlêr Zara Mihemed diyar kir ku di nava 6 salan de ew rêyeke dûr û dirêj derbas kirine û wiha got: “Em bi giştî li gorî daxwazên xwendevanan tevdigerin. Hin pirtûk jî digihin çapa xwe ya sêyemîn. Yek ji armancên me yên bingehîn ew e ku rengê weşanxaneyê li ser esasê kurdî be. Weke Weşanxaneya Şîlêr jî em li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê beşdarî pêşangehan bûn. Bertekên girseya ku tevlîbibûn erênî bûn. Beriya şoreşê li Rojava weşanxaneyên kurdî tunebûn. Her wiha pirtûkên me li Misirê di Weşanxaneya Nefertîtî de cih digirin.”