Şengalî vedigerin warê xwe
Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. 104 malat ên li Kampa Çem Mişko ya Dihokê diman vegeriyan li ser warê xwe.
Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. 104 malat ên li Kampa Çem Mişko ya Dihokê diman vegeriyan li ser warê xwe.
Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û gundên derdora wê kir û komkujî kirin, bi deh hezaran kes jî, neçar mabûn ku warên xwe terk bikin. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn. Şengaliyên li kampên başûrê Kurdistanê dimînîn vedigerin li ser warê xwe.
104 malat ên li Kampa Çem Mişko ya Dihokê diman vegeriyan li ser warê xwe. Piranî malbat ji Digurê ya bakurê Çiyayê Şengalê ne. Tê payîn ku hejmara koçberên Şengalê yên li kampan dimînin û vegerin li ser warê xwe bigihêje 500 malbatan.
Şengaliyên ku dixwazin vegerin li ser warê xwe û ji bo vegerê navê xwe qeyt dikin, rastî astengiyên hêzên PDK’ê tên.