Rojnamevan Dîlan Kartal serî li ÎHD'ê da: Rojnamevanî sûc nîne
Rojnamevan Dîlan Kartal ku li Amedê polîsan pêşî lê girtin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
Rojnamevan Dîlan Kartal ku li Amedê polîsan pêşî lê girtin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
Di 21’ê Adarê roja Newrozê de li Amedê polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevan Dîlan Kartal xwarin. Piştre jî ji hêla polîsan ve bi awayekî fîzîkî hate şopandin û di 16’ê Nîsanê de jî rê li ber hate girtin. Dîlan Kartal, serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da. Şaxê ÎHD'ê ya Amedê, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mijarê li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de got ku polîsan di demên dawî di bin navê “sîxûrkirinê” de zexta îfadedayinê li gelek sendîkavan, xwendekar, rojnamevan û parastvanên mafên mirovan kirine. Yilmaz, da zanîn ku li gorî rapora ÎHD’ê ya Mijdara 2024’an, herî kêm ev zext li 87 kesan hatiye kirin û wiha domand: “Em dixwazin careke din bibêjin ku bûyerên bi vî rengî, binpêkirina jiyana taybet û azadiya şexsan e. Em hem bangê li Wezareta Karên Hundir û hem jî li Walîtiya Amedê dikin; divê der heqê van hêzên ewlekariyê de ku welatiyan aciz dikin, lêpirsîn were vekirin.”
Rojnamevan Dîlan Kartal jî anî ziman ku hêzên ewlekariyê hewl didin rojnamevaniyê krîmînalîze bikin û wiha got: “Dixwazin bi me paşvegavê bidin avêtin. Dixwazin nehêlin heqîqet derkeve holê. Bi temamî hewldana me ji bo wê ye ku heqîqet derkeve holê. Rojnamegerî sûc nîne.”
Seroka MKG’ê Roza Metîna jî got ku bi sala ye heman zext li rojnamevanên jin tên kirin. Roza Metîna, wiha bi dawî kir: “Sibê, Roja Rojnamegerên Kurd e lê ev zext hêj berdewam in. Divê hiqûq, mafên hemû rojnamevanan cîbicî bike. Em rojnamevanên Kurd dê li dijî vê bisekinin û hevalên xwe biparêzin. Ev zehmetî dê bi me paşvegavê nedin avêtin. Dixwazin rêya Çapemeniya Azad bigirin. Weke MKG’ê em ê li dijî van êrişên ser rojnamevanan bêdeng nemînin. Em ê xwedî li rojnamevanên jin derkevin.”