‘Şano ji bo Kurdan felsefeya jiyanê ye’ 

Şanoger Koçber Tarhan diyar kir ku di cîhanê de rola şanoyê nemaye yan jî hatiye kuştin lê di civaka Kurdan de bi pêşxistina sîstema alternatîf şano mezin dibe û Kurd li wateya şanoyê xwedî derdikevin.

Mirov dema wate û rola şanoyê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera Kurd de rol bigire û bide fêmkirin jî.  Bi zimanê latînî dibêjin, 'Tîyatro'. Wateya wê jî ev e ku, cihekî ku gel lê temaşe dike. Karê temaşekirinê xwedî dîrokeke gelekî kevnar e. Di serdema neolîtîkê de ji şanoyê re dibêjin 'Mimess' ango texlît. Di wê serdemê de dema bûyerek gelekî girîng mînak, heke demsal nû dest pê kiribe, mirin çêbûbe, bûyerên asîman çêbûbin dibin mijara şanoyê. Dema li asîman brûsk lê dabe û mirovek bixwaze vê ragihîne civakê bi awayên texlît wê bûyerê zindî dike, mirovên ew bûyer nedîtine jî temaşe dikin. Di Çand û Hunera Kurdan de girîngî û bandora şanoyê me jî Şanoger Koçber Tarhan pirs kir û wî jî bi hemû dilnizmiya xwe bersiv dan pirsên me.

DI ZAROKATÎ DE JI HUNERÊ HEZ DIKIR

Şanoger Koçber Tarhan dibêje di sala 1965’an li gundê girêdayî bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê ve hatiye dinyayê û di sala 1992’an gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatiye xirabkirin û şewitandin û ew jî neçar maye bi malbata xwe re koçî Êlihê bike. Piştî gund hate şewitandin zêdetirî 15 salan ti ferdê malbatê nedikarin biçe herêma gund û ji wê rojê heta niha Tarhan bi malbata xwe re li Êlihê dijî. Tarhan dibêje hîna zarok bû hezkirineke wî ya mezin ji bo çandê hebû û wiha axivî: “Ji çand û hunerê min gelek hez dikir, lê belê ji ber derfetên aborî û koçberiya li ser axa xwe, min nedikarî bi karê çand û hunerê re mijûl bibim. Heta  ku di sala 2002’an de li Êlihê navenda Çand û Hunerê ya Bihar vebû û ji wê rojê heta niha ez endamê koma şanoyê me û kar û xebatên xwe di bin sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Biharê de dimeşînim.”

‘RÊWITÎ DIDOME’

Tarhan da zanîn ku 20 sal e bê navber xebatên şanoyê dimeşîne û wiha pê de çû: “Rêwîtiya 20 salan li gel hemû zor û zehmetiyan didome, 20 sal e bê navber li ser vê rêyê em xebatan dimeşînin. Di nava vê rêwîtiya dirêj de gelek xebatên weke, atolye û qursên şanoyê hatin vekirin. Xebatên şanoyê ji derveyî welat jî me dan destpêkirin û li gelek cihên cuda perwerdehiya şanoyê me girt.” Tarhan anî ziman ku şano koka civakê ye û wiha axaftina xwe domand: “Ez hîna zarok bûm, şanoger dihatin gund û ji bo malbatên dewlemend şano dilîstin. Dema şanoger dihatin gund hemû gundên derdor jî li wî gundî kom dibûn. Di dema rojên bi şilî de di malan de dilîstin û di dem rojên xweş de jî li nava gund dilîstin. Mijarên şanoyê jî hemû çîrok û serpêhatiyên rojane bûn û gundiyan jî ji vê yekê çoşek mezin digirt. Dema mirov dibêje şano êş, keyfxweşî, kêmahî  û rexneyan bi awayê şano derdixe ber çavên temaşevanan. Şano eynik û koka bingehîn ya civakê ye.”

‘ŞANO ÇANDA JIYANÊ YE’

Tarhan di Çand û Hunera Kurd de rola şanoyê nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di cîhanê de çawa ku rola şanoyê nemaye yan jî hatiye kuştin, di civaka Kurdan de bi pêşxistina sîstema alternatîf şano mezin dibe û Kurd li wateya wê xwedî derdikevin. Berevajî sîstema kapîtalîst di civaka Kurd de ji nû ve şano tê destpêkirin, ji nû ve lîstik têne nivîsandin û ji nû ve lîstikvan derdikevin ser dikê. Di çand û hunera Kurdan de bi kelecaneke mezin şano tê pêşxistin û Kurd li her cihê lê dijîn jî, ji dil nêzî şanoyê dibin. Şano di civaka Kurdan de êdî bûye çanda jiyanê. Ji ber ku di nava Kurdan de şano ne ji bo pere, ne ji bo kefxweşiya çend kêliyan û ne ji bo wext derbaskirinê tê kirin. Şano, di nav civaka Kurd de weke fikr, huner û felsefeya jiyanê tê dîtin.”

‘ŞANO DI HEDEFA DAGIRKERAN DE YE’

Şanoger Tarhan bilêv kir ku şano ji ber ku qala civakê dike her dem dibe hedefa dewletan û wiha got: “Mirovên şanoger pêwîst e, li hemû cihan karibin kar û xebatên xwe yên şano bi cih bînin. Li gel hemû qedexe û zextan şanoger xebatên xwe yên şanoyê bi rê ve dibin. Bandora şanoyê ji axaftina siyasetmedar yan jî serokomaran bêhtir bandora xwe heye. Ji ber şanoger di şanoyan de qala civakê dikee û civakê ji xewê hişyar dike. Ji ber ku şano bingeha civakê ye û mirovan ji xewa giran radike her dem û li hemû cihan jî bûye hedefa dewletan. Li aliyê din dewletên dagirker bi ti awayî naxwazin şanoya Kurd bigihêje asta jor û xwe pêş bixe. Li seranserî cîhanê dinya ji çand û hunera Kurdan bi bandor bûne.”