Îlkay Akkaya û Koroya Jinên Rengîn konserek bi coş lidar xistin

Koraya Jinên Rengîn ku ji aliyê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve hatiye avakirin, bi hunermend Îlkay Akkaya re derketin ser dikê û stranên bi Kurdî û Tirkî stirîn.

Koroya Jinên Rengîn bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li paytexta Îngilistan Londonê hat avakirin û di nava du salan de veguherî koroyek mezin ku ji 80 kesan pêk tê. Koro bi hunermenda navdar Îlkay Akkaya derkete ser dikê.

Bi sedan kes tevlî konsera li London Domînîon Centre bûn.

Konsera ku hunermend Zuhal Yildirim Gok derhêneriya wê kir, jinan stranên Pir Sultan, Desmal, Newala Qesaba û gelek stranên din gotin.

Piştî koroyê Îlkay Akkaya derket ser dikê û bi koroyê re strana “Bella Cîao” got.

Dema koro bi Îlkay Akkaya re stranan digot, wêneyên şoreşgerên Tirk ên wekî Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş li ser dikê hatin nîşandan.

Piştre derhênera koroyê Zuhal Gok axivî û diyar kir ku avakirina koroyê di dema pandemiyê de hatiye destpê kirin û got: “Dema me destpê kir ji bo me xeyal bû ku em rojekê derkevin ser dikê. Em bi komek biçûk dest pê kir. Lê îro koroya me ji 80 jinan pêk tê. Di heman demê de em bi navê Rengîn kovarek çêkir. Di vê kovarê de jinan Gulten Kişanak, Aysel Tugluk, Kutsiye Bozak û Figen Yuksekdag nivîsandin. Bi Îlkay Akkayarê derketina ser dikê ji bo koroyê giring bû, ji ber heta îro ji sekna xwe û hunera xwe tawîz ne daye.”

Li aliyê din Îlkay Akkaya bi stranên xwe yên bi Kurdî û Tirkî ji aliyê guhderan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Li ber stranên Kurdî ên Akkaya govend hate gerandin.

Herî dawî  bi sedan kes bi yekdengî strana “Bella Cîao” gotin û  konser wiha dawî bû.