Êrişên bi rêk û pêk ên li ser Kurdî

Li bajarên Kurdistanê bi desteserkirina şaredariyên HDP'î re êrişên li dijî Kurdî û saziyên Kurdan bi rêk û pêk bûn. Ji tabelayên Kurdî heta bi gorên mezinên Kurdan êrişên li ser nirxên gelê Kurd zêde bûn.

Desthilatdariya AKP'ê, piştî ku qeyûm danî ser şaredariyên HDP'î, li dijî zimanê Kurdî polîtîkaya qirkirinê xiste dewrê.

Sala 2014'an û piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, di bin sîwana şaredariyên DBP û HDP'î de dibistan û kreşên bi Kurdî hatibûn vekirin. Gelê Kurd jî piştgiriyeke xurt dabû van dibistan, kreş û çalakiyên çandî yên şaredariyan.

piştgiriya gel a ji bo çand, sazî û zimanê Kurdî roj bi roj zêde bû. AKP û dewleta Tirk li hemberî vê yekê ketin nava liv û tevgerê. Di serî de Wan, li bajarê Agirî, Colemêrg, Bedlîs, Îdir û gelek navçeyan qeyûm bi cih kir. Her tiştên bi navê çand û zimanê Kurdî qedexe kir. Hevşaredar hatin girtin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, şaredariyên navçeyên Erdîş, Rêya Armûşê, Qelqelî, Mûradiye û şaredariyên din ên HDP'î qeyûm hatin danîn. Tabela û işaretên bi Kurdî yên li navenda bajêr hatin rakirin. Li şûna Kurdî jî bi taybetî nivîsên bi Erebî hatin nivîsandin.

ÊRIŞÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ BI RÊK Û PÊK BÛN

Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê bi daxwaza Serokê Şaredariyê yê AKP'î Nesrûllah Tanglay, tabelaya bi Kurdî û Tirkî ya li pêşiya avahiya xizmetê ya şaredariya Bedlîsê hate rakirin. Li şûna wê jî tabelayek ku tenê bi Tirkî hatibû nivîsandin hate daliqandin. Serokê şaredariyê yê AKP'î û qeyûm qîma xwe bi vê neanîn û di serî de bajarê Bedlîsê li her devera ketina bajêr tabelayên bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî danî. Li şûna wan jî ya tabelayên tenê bi Tirkî yan jî bi Tirkî û Erebî hatin daliqandin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku êrişên xwe yên li ser zimanê Kurdî zêde kir, gorên dîroknas û siyasetmedarê kurd Şerefxanê Bedlîsî û ya malbata wî yên li Bedlîsê xera kir.

Sala 2019'an jî tabelaya bi Kurdî ya bi nivîsa "Şaredariya Tetwanê" ya li pêşiya avahiya şaredariya Tetwanê rakir.

Qeyûmê li Payîzavayê jî li pêşiya navçeyê tabelaya bi nivîsa "Hoş geldin, bi xêr hatin û Wecome" yên bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî rakir û li şûna wê tabelaya bi zimanên Tirkî û Farsî daliqand.

Sala 2016'an piştî ku qeyûm li Şaredariya Agiriyê hate danîn, Navenda Çandê ya Sema Yuce hate girtin ku 450 şagirtan perwerdeya tembûr, erbane, gîtar, şano, sînemayê, her wiha perwerdeya bi Îngilîzî û Kurdî lê didîtin. Her wiha kreşa zarokan a a Evdalê Zeynekê ya bi perwerdeya Kurdî girt û avahî radestî Miftîtiya Bajêr kir.

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bazîdê ya HDP'î hate bicihkirin, bîrdariya Ehmedê Xanî ji aliyê qeyûm ve hate xerakirin. Tabelay li pêşiya "Parka Çandê ya Ehmedî Xanî" hate danîn.

AKP'Ê POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ LI DIJÎ ZIMANÊ KURD XISTE DEWRÊ

AKP'ê ku polîtîkaya qirkirinê li dijî çand û zimanê Kurd xiste dewrê, ev pêkanînên xwe bi rêk û pêk kir. Li Wanê ku bajarekî Kurdan e û nifûsa xwe milyone û 500 hezar mirov e, Kreşa Kurdî ya Perperok a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î girt. Karên çand û zimanê Kurdî yên di bin sîwana şaredariyê de dihatin kirin bi destê qeyûm hatin rawestandin.

Li navenda bajarê Wanê û rêyên sereke tabelayên bi Kurdî bûn hedefa êrişên AKP'ê. Tabelayên bi nivîsên Kurdî hatin rakirin.

'QEYÛM NAVÊ POLÎTÎKAYA DEMA NÛ YA DEWLETÊ YA LI DIJÎ KURDAN E'

Parlamenterê berê yê HDP'ê Lezgîn Botan diyar kir ku qeyûm li dijî hiqûqê û destûra bingehîn e, pêkanîneke darbekar a ji tundiyê ye.

Lezgîn Botan anî ziman ku qeyûm navê polîtîkaya dema nû ya dewletê ya li dijî Kurdan e û got, "Ev kiryar îlana asîmîlekirina Kurdan e. Ji bo vê jî saziya hiqûqê bêbandor hatiye hiştin, destûra bingehîn û qanûnên navneteweyî li aliyekî hatine hiştin. Lewma wezîfeya destpêkê ya qeyûm ew e ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya nîvcomayî ya dewleta Tirk a sedan salî temam bike. Ji ber vê yekê qeyûm karmendên nijadperest û dijminê çand û gelê Kurd ên sondxwarî ne."

'KARÊ ASÎMÎLASYONÊ YÊ DEWLETÊ BI SER NEKET'

Yek ji saziyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin KURDÎ-DER bû. Serokê wê yê berê îsmaîl Aşkan diyar kir ku delweta Tirk ji dema ava bûye û vir ve li ser Tirkîtiyê hewl daye ku civakeke çêkirî biafirîne.

Aşkan anî ziman ku dewletê budçeyeke ji milyaran dolarî ji bo vê polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê xerc kiriye û got, "Projeyên dewletê yên ji bo tunekirina çandan, ji bilî Kurdan li ser gelek civakan bi ser ket. Lê belê tevî karê topyekûn ê zêdeyî 100 salî yên dewletê, karên asîmîlasyonê bi ser neketiye. Ji ber nêzîkatiyên asîmîlasyonê yên dewletê yên li dijî Kurdan, li Tirkiyeyê zêdeyî 100 sal in şer diqewime."

Aşkan destnîşan kir ku li gel hemû hewldanan jî polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê bi ser neket û got, "Divê dewlet zanibe ku bi çand û zimanê Kurdî re bijî. Wê demê wê aştî bê Tirkiyeyê."

'AKP NÛNERÊ FAŞÎZM Û MÊTINGERIYÊ YE'

Wergêr û mamosteyê Kurdî Osman Koşût diyar kir ku AKP nûnerê faşîzm û mêtingeriyê ye û anî ziman ku faşîzma AKP'ê li şûna faşîzma Tirk a spî, faşîzma Tirk a kesk û Tûranî bi cih kir.

Koşût ragihand ku ev faşîzm, nirx û destketiyên têkoşîna azadiyê ya Kurdan weke pirsigrêkeke ku divê bê tunekirin dibîne û got, "Ya ku dixwaze bê fetisandin têkoşîn û ronakbîriya Kurdistanî ya azadîparêze. Divê em ji jiyan û kevneşopiya Kurdistanî tawîzê nedin, li her qadê bixin pratîkê û heta ji me tê vê rastiyê deşîfre bikin."