842 mîlyon kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn

842 mîlyon kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn

Îro roja qûtê ya cîhanê ye. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 842 mîlyon kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.

Rayedarên Rêxistina Qût û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî, îsal li ser qûtê baş û hilberîna mayînde radiwestin. FAO got, "Modêlên gengaz gefê li ekosîstem û cihêrengiya bîo ya cîhanê dixwin. Em qûtên pêşerojê diqedînin."

Her çend rêjeya mirovên di bin sînorê birçîbûnê de dijîn li gelemperiya cîhanê kêm bûye jî, hînê mirov nikarin xwe bigihêjînin vîtamînên bingehîn.

Dane nîşan didin ku ji sedî 26 ê mirovên nikarin xwe baş xwedî bikin, zarok in. Pêşketin û mezinbûna zarokên mijara gotinê bêguman bi pirsgirêk e. Lê belê li gelemperiya cîhanê 1.4 mîlyar mirov jî ji ber xwedîkirina bi rêbazeke, xwedî kîloyên zêde yan jî obez in.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (PAM) ku heta niha alîkariya qûtê daye nêzî 80 welatan, bi taybetî balê dikşîne ser pêdiviyên bingehîn ên zarok û dayikê yên piştî çêbûna zarok.

Di daxuyaniya PAM de hat gotin, "Eger rêxistinê navneteweyî di nava pênc salan de her sal 1.2 mîlyar dolarî razemeniyê pêk bîne, dikare pêşî li xwedîkirina şaş û mirina zarokan bê girtin."

Her wiha bi wesîleyê bal hat kişandin ser hebabûna qûtê. PAM'ê ragihand ku yek ji sê parên hilberîna salane, 1.3 mîlyar ton yan jî 750 mîlyar dolar tê avêtin.

Tê gotin, "Bi yek ji çar parên vê xwarinê re, 842 mîlyon kesên li hemberî birçîbûnê li ber xwe didin, dikarin xwe xwedî bikin."

Welatên sereke yên xwarina mijara gotinê tê hebakirin, Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ye.