6. Rojên Çanda Kurd ên Nurnbergê destpê kir
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, Rojên Kurd ên 4 rojan dewam bikin, destpê kir.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, Rojên Kurd ên 4 rojan dewam bikin, destpê kir.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, Rojên Kurd ên 4 rojan dewam bikin, destpê kir. Çalakiya duh saet di 18:30 de bi deqeyeke rêzgirtinê li Vîlal Leonda destpê kir.
Nûnerên gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên beşdarî merasîma vekirinê bûn, bi devkî peyamên xwe dan.
Axaftinan diyar kirin ku gelekî girîng e Rojên Çanda Kurd diyarî Kobanê hatiye kirin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna çandê ya gelê Kurd a li dijî tinebûna li hemû parçeyan. Koma muzîkê ya Zaros Ensemble û hunermend Mehmet Akbaş derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Di çalakiya ku wê 4 rojna dewam bike de îro wê pêşandana şano, muzîk û fîlman hebe. Bernameyên şano ji aliyê kewê Yildiz Gultekîn, muzîkê Tava efrînî û fîlm jî Huseyîn Karabey ve werin pêşkêşkirin. Roja sêyemîn jî wê bi bernameyên li ser pêvajoya siyasî dewam bike.
Nûnerê PYD'ê Zûhat Kobanê, Fehmî Taştekîn, parlamenterê Partiya Çep a Elman Harald Weînberger û Mûrat Çakir wê di panelekê de biaxivin. Di panelê de wê êrîşên DAIŞ'ê, rewşa niya ya Kurdan were nirxandin. Di roja çaremîn a çalakiyê de jî wê versiyonên cuda yên çanda Kurd werin nîşandan. Hanî, Bengî Agirî, Sulemyan Çarnewa jî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.