6. Mîhrîcana Şano ya Êlihê destpê kir

6. Mîhrîcana Rojên Şano ya Êlihê ya wê îsal 20-24’ê Gulanê bê lidarxistin destpê kir. Hevşaredar Akel got ku dik parçeyek ji têkoşînê ne.

6. Mîhrîcana Rojên Şano ya Êlihê ya wê îsal 20-24’ê Gulanê bê lidarxistin destpê kir. Hevşaredar Akel got ku dik parçeyek ji têkoşînê ne.

6. Mîhrîcana Rojên Şano ya Êlihê ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin, li ber Navenda Çanda Kurd a Mizgîn ber bi Sînemaya Yilmaz Guney ve bi tevlîbûna hunermend, komên cuda û hunerhezan start da. Meşa ku wek karnavalekê destpê kir Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ûAlîkara Hevşaredar Semra Guneş û endamên meclîsê jî beşdar bûn.

Meşa rastî eleqeyeke zêde ya Êlihiyan hat û pankarta, “Hûn bi xêr hatin 6.emîn Rojên Şanoyê ya Batmanê" hat vekirin li ber Sînameya Yilmaz Guney bi dawî bû.

'DIKÊN ME PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNA ME NE'

Hevşaredar Akel a axaftinek kir got: “Li hember polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ziman û çanda Kurd em dibêjin mîhrîcana me ya şanoyê jî têkoşîneke. Dik, qad û pêşandanên me hemû parçeyek vê têkoşînê ne. Ez her kesên ked û tevkarî li vê têkoşînê kirin spas û pîroz dikim.” "

Piştî axaftinê di çarçoveya yekemîn roja mîhrîcanê de takên li Parka Ataturk hatin boyaxkirin, atolyeyên aktîvasyona fizîkî, şanoya kolanan, jonklor, mîm-mask hatin pêşandan. Her wiha pêşangeha wêneyan a bi navê “Deng bidin Kobanê” jî hat vekirin. Mîhrîcan bi enstumantala Orkestreya Heskîfê dewam kir.