BI DÎMEN

30 sal in hewl dide hunera xwe civakî bike

Ferhat Meleyê dema ku 15 salî bû, bi dar û tayê tembûr çêdikir û lê dida niha mamosteyê 25 xwendekaran e.

Hunermendên ku amûrên muzîkê lê didin, îlham didin mirovan û ji bo ku qabiliyetên xwe kişf bikin û pêş bixin alîkar dibin. Bi teşwîqkirina civakê ber bi muzîkê ve, hunera ramana afirîner û xwebaweriya wan zêde dike. Yek ji van hunermendan Ferhat Mele yê ji Kobanê ye. Ferhat ku li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê mamostetiya amûrên muzîkê dike. Ferhat di 15 saliya xwe de bi strana "Bûkê Delalê" li ser tembûra ku bi teneke, dar û tayê çêkiribû dest bi muzîkê kir.

QABILIYETÊN MUZÎKAL PÊŞ DIXE

Ferhat 45 salî ye û 30 sal in di nav jiyana muzîkê de ye. Ew li tembûr, saz û ûtê dide. Ligel  ku bi veguhestina ezmûnên xwe ji nifşên nû re pêşkeftina çandî misoger dike, çandan jî diparêze. Hîndekarê muzîkê Ferhat Mele bi dayîna dersên saz, tembûr û ûtê 25 kesan fêrî enstrumanên wan dike. Ferhat bi parvekirina azwerî û zanîna xwe ya ji muzîkê re armanc dike ku qabiliyetên muzîkê yên xwendekarên xwe pêş bixe.

XWENDEKAR BI ÇÊKIRINA MUZÎKÊ KÊFXWEŞ IN

Ji bilî hînkirina xwendekaran çawaniya lêdana rast li enstrumanan, girîngiya dîrokî û çandî ya amûrên muzîkê jî tîne ziman. Xwendekar di dersan de hem zanîna teorîk hem jî jîrektiyên pratîkî bi dest dixin eleqeya xwe ji muzîkê re zêde dibe. Ferhat ji bilî dersên taybet ji bo xwendekarên xwe dersên komî jî dide da ku bi hev re bikevin têkiliyê. Bi vî awayî, xwendekar ji çêkirina muzîkê bi hev re kêfê dikin û ji hev hîn dibin û qabiliyetên xwe yên muzîkê pêş de dibin.

NÊZÎKAHIYA ÇANDÎ MISOGER DIKE

Xwendekarên Ferhat Mele bi dersên ku distînin roj bi roj hezkirin û dilsoziya wan a ji bo muzîkê xurt dibe. Di nava xwendekarên Ferhat de hem ciwanên jêhatî û hem jî kesên temendirêj hene. Ferhat ku yek bi yek li her xwendekarekî/ê xwe xwedî derdikeve û potansiyela wan a muzîkê derdixe holê, armanc dike ku tevkariyê bide çanda gelan. Ferhat ê ku xwendekarên wî yên Kurd, Ereb û Çerkes hene, ji bo hevpariya çandên gelan jî piştgiriyê dide wan û çandên cûda tîne cem hev.